Saziyan peyama cejnê dan: Bila bibe sedema têkoşîna hevpar

Saziyan ji bo Cejna Ramazanê peyam dan, bang kirin ku têkoşîna hevpar a dijî AKP-MHP'ê were geşkirin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) cejna Ramazanê li hemû civaka Misilman pîroz kir, bi bîr xist ku li nav wan dewletên ku ji xwe re Misilman dibêjin, zilm û zordariyê li ser gel dikin. Her wiha hate gotin, ''Gelê Kurdistanê meha Ramazanê li dijî dewleta TC'ê ya faşîst, dagirker, dijminê Kurdan bi berxwedanê temam kir. Bi vê berxwedana xwe ketin nav xêreke mezin.''

KON-MED'ê her wiha got AK-MHP'ê tevahiya Ramazanê êrîş aniye, dînê Îslamê îstîsmar kiriye  û li dijî AKP-MHP'ê banga geşkirina têkoşînê kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî bi daxuyaniyeke cejna Ramazanê pîroz kir.

TEV-DEM'ê di peymana xwe de got, "Bi rasthatina cejna Remezanê em pêkhateyên Sûriyê, civaka îslamî, hemû malbatên şehîdan, hevrêyên birîndar û şervanên azadiyê yên li eniyên rûmet û namûsê pîroz dikin.

TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

''Cejn û boneyên olî xwedî girîngiyeke mezin in, ji ber ku li gel civakan xwedî wateyên mirovî, nirxên exlaqî û çandî ne û parastina van wateyên exlaqî dike, hêviya me ew e ku ev bone bibin wesîleya avakirina aştî, rihê bexişandin û çareserkirina pirsgirêkan bi rêbazên aştiyane da ku bigihêjin aştiyê û li herêmê jî ewlehî û aramî misoger bibe.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  cejnan li ser serên civakan dikin jehr, siyasetên dagirkerane yên derqanûnî û hiquqî dikin û bi rêya topbarana hovane ya rojane, siyaseta qutkirina avê ya li ser milyonan mirov, zuhakirina rehên jiyanê û qutkirina wê ya li ser bendava Firatê siyaseta şewitandina erdê dide meşandin. Ev jî bi serê xwe sûcekî şer ê li dijî mirovahî, xweza û li dijî hemû zindiyan e, di heman de pîvnanên exlaqî û mirovî bin pê dike û ev tevhaî jî ji bo siyaseta xwe ya şofînîst bide meşandin.

Em TEV-DEM`ê dubare vê cejna Ramazanê pîroz dikin û piştrast dikin ku hêviyên me hene ku dê aştî li tavhiya Sûriyê misoger bibe û têkoşîna ji bo peydakirina vegera biewle ya ji bo hemû koçberên sûrî  vegerin malên xwe, berdewam bike."