Nacho Sanchez Amor di civîna çapemeniyê de wiha got: "Xwedûrxistina ji zimanê êrîşkar û tehdîtkar hêsan û beleş e."
TEKANE DOSTÊ WE AZERBEYCAN E
Sanchez Amor axaftina xwe wiha domand: ‘’Hûn bi temamî îzole bûne. Tekane dostê we yê rast Azerbeycan e. Em çaverê ne ku Tirkiye helwesteka nû û nîşaneyên angajmaneke nû nîşan bide.’’
Muzakereyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de ku ji sala 1999'an û vir ve Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, ji sala 2018'an heya niha hatine sekinandin.
Josep Borrell ê Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve ya YE’yê û Oliver Varhelyiyê Endamê Komîsyona Ewropayê ku berpirsê welatên cîranê YE’yê ye, hefteya bihurî ji bo diyalog û hevkariyê û destpêkek nû bi Enqereyê re bê kirin, pêşniyarên xwe kirin.
Her du rayedarên Ewropî ragihandin ku baştirîn rêbaza ku YE rê li ber binpêkirina qedexeyên Rojavayê yên li ser Rûsya bigire, hevdîtina bi Tirkiyeyê re ye.
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê meha Mijdarê derbarê rewşa muzakereyên li gel welatên namzed de raporek weşandibû û di raporê de ev yek diyar kiribû: "Siyaseta derve ya yekalî ya Tirkiyeyê û lihevnekirina polîtîkaya hevpar a derve û ewlehiya YE’yê berdewam dike.’’
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di dema hilbijartinên meha Gulanê de gelek caran Rojava hedef girt û serdana meha bihurî ya ji Elmanyayê re piştgiriya Berlînê ya ji Îsraîlê re ku li dijî Hamasê şer dike, şermezar kiribû.
JI BO RAYA GIŞTÎ YA HUNDIRÎN
Sanchez Amor her wiha ev yek li axaftina xwe zêde kir: "Ez dizanim ku gelek biryar ên derbarê siyaseta derve ya Tirkiyeyê de li gorî raya giştî ya hundiîn tên girtin."
Berdevkê Tirkiyeyê herî dawiyê peyamek wiha jî da: “Tevî rewşa niha YE amade ye ku di qadên din de jî têkilîyên xwe bi pêş ve bibe.’’