Sancar û Ozsoy bi siyasetmedarên Ewropî re dan û standin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevberdevkê Komîsyona Karê Derve Hişyar Ozsoy tevlî civîna Koma Sosyalîst û Demokratan a PE'yê bûn.

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevberdevkê Komîsyona Karê Derve Hişyar Ozsoy bi rêya onlîne tevlî civîna koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) bûn.

Mîthat Sancar têkilî Rapora Pêşveçûna ya Tirkiyê ku Komîteya Karê Derve ya PE'yê qebûl kiriye û tê payin were rojeva Lijneya Giştî ya PE'yê û derheqê geşedanên dawî yên li Tirkiyê axivî. Sancar got divê tekiliyên YE'yê û Tirkiyê li ser mafê mirovan, rajoriya demokrasî û hiqûqê ava bibe. 

Sancar diyar kir doza girtina HDP'ê û danişîna pêşî ya Doza Kobanê bi kontrola desthilata Tirk rê ve diçe, diyar kir bicihneanîna biryarên DMME'yê jî nîşan dide ku li Tirkiyê daraz ne serbixwe ye û ev bandora xwe li ser nearasmiya aborî û siyasî jî dike.

Sancar her wiha rexne kir û got Yekîtiya Ewropayê di polîtîkayên têkilî koçberan de azmûneke ne baş daye, qelsiya li ser vê mijarê li Ewropayê rastgiriya radîkal xurt kiriye, ev jî hem ji bo gelên Ewropayê û Tirkiyê û hem jî ji bo koçberan rîsk û talokeyan tîne.

Sancar bi domdarî diyar kir di mijara demokrasiyê de welat divê têkoşîna siyasî û civakî tenê bi welatên xwe re sînordar nehêlin, li deverên weke Tirkiyê li dijî otorîterbûnê divê welatên Ewropayê xwedî helwesteke hevpar bin.

Sancar destnîşan kir nirxên azadiyê ku HDP parastina wan dike ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn jî girîng in û got li qadên hevkariya herêmî HDP wê bi bîreweriya berpirsyariyê tevbigere.

Serokê Koma S&D Iratxe Garcîa Perez jî got parlamenterÊn Ewropayê li cem HDP'ê ne û piştevaniya xwe wê bidomîn.