Sancar: Heke cînayeta Denîz Poyraz neyê ronîkirin wê cînayetên nû pêk werin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got “Heke cînayeta Denîz Poyraz neyê ronîkirin wê cînayetên nû pêk werin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got “Heke cînayeta Denîz Poyraz neyê ronîkirin wê cînayetên nû pêk werin.”
Rûniştina 7’emîn a doza kujer Onûr Gencer lê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a li Kampusa Girtîgeha Şakranê tê lidarxistin. Beriya rûniştinê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li ber girtîgehê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ji kujeran hesab bixwazin, Faşîzm wê têk biçe û em ê bi ser bikevin” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.
Parlamenterên HDP û CHP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveberên HDP’ê, malbata Denîz Poyraz, gelek serokên baroyan, parêzer û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji kêliya bûyer pêk hatiye heta niha tê xwestin ser dozê bê girtin û xebatên sîstematîk ji bo girtina dozê hatine kirin. Sancar da zanîn ku êrişa li dijî partiya sêyemîn a mezin û li sêyemîn bajarê mezin pêk hat, diyar dike ku kujer ne bi tena serê xwe ye û ji şiklê bûyerê pir eşkere ye ku cînayetek siyasî û rêxistinkirî ye.
EV CÎNAYETEKE SIYASÎ YE
Sancar anî ziman ku Tirkiyeyê her tim şahidiya qetlîam û êrişên siyasî kiriye û got: “Dîroka Tirkiyeyê bi cînayetên siyasî tije ye. Rêbaza hemû cînayet ango êrişan mîna hev e. Li şûna ku bûyer bi hemû hûrguliyên xwe ve were eşkerekirin û ronîkirin lê ser bûyeran hatiye nixumandin. Ji ber vê yekê ye ku ev welat şahidiya êriş û qetlîamên siyasî dike. Heke ku êrişên berê ku pêk hatin bihatana ronîkirin wê niha ev welat ne din ava vê şermê de bûya.”
Sancar destnîşan kir ku dadgeh jî ji bo rastiya êrişê derxe holê ji lêkolînên xwe daye paş û got: “Di taliye de ji bo ev doz ji çavê raya giştî bê revandin veguhestine vir. Ev senaryo pir nas e. Ev senaryo kir ku edalet têk çû û faşîzm li welat bi cih bûye. Kêliya ku hevala me Denîz Poyraz hat qetilkirin me got ev plana aloziyê ye. Ji bo civakê dîzayn bikin û bi armanca hin bêtir pergalê otoriter bikin vê plana aloziyê xistine dewrê. Ji bo ev plana aloziyê were astengkirin çi ji destê me hat me kir.”
DIVÊ DADGER RASTÎ Û HEQÎQETÊ DERXÎNIN HOLÊ
Sancar anî ziman ku dema bêedaletî kûr dibe, her biryara dadgehê her kesî mecbûrî ku di nava bêewlehiyê de bijîn de dike û wiha got: “Dema edalet ji holê radibe, kes nikare xwe di nava ewlehî û aramiyê de hîs bike. Em carek din li vir gazî heyeta dadgehê dikin. Em ê li hundir jî vê banga xwe dubare bikin, wezîfeya dadgeran ew e ku heqîqet û rastiyan derxe holê. Prensîba darizandina cezayî ew e ku di çarçoveya bingeha hiqûqa gerdûnî de bê kirin. Heta ku heqîqeta madî dernekeve holê edalet jî pêk nayê. Dema edalet jî pêk neyê aştiya civakî û aramî jî nikare bê temînkirin. Wê her endamek darazê jî mîna me her kesî di bin xetereya bêewlehiyê de bijî. Heke îro ciwanan li vî welatî hêviya xwe winda kiribe, ji sedî 70’ê ciwanan naxwaze li vî welatî bijî sedem ew e ku xwe di ewlehiyê de hîs nakin.”
Sancar destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin dosye ango doz bi yek bersûcî bê girtin û wiha axivî: “Dema kesek were cezakirin, wê hemû hêzên li pişt, têkiliyên di nava dewletê de veşartî bên hiştin. Heke ser dozê were nixumandin dê rê li ber cînayetên siyasî yên nû veke. Em ê destûr nedin vê yekê. Ji dadgehê kîjan biryar derdikeve bila derkeve, lê em dixwazin ku dadgeh li gorî wîjdan tevbigere û hemû hêzên li di nav bûyerê de derxe holê. Heke ew vê nekin, wê şopandina dozê li ser milên me bimîne. Em ê her ji bo edalet û heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftina Sancar, endamên Jin Bi hev re bi Hêz in a Îzmîrê daxuyanî dan. Dîdar Gul li ser navê jinana daxuyanî da û diyar kir heta dawiyê ji bo edaletê têbikoşin.