Sancar: Em bi tu awayî gav bi paş de navêjin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de axivî û got: “Em tu tawîzê ji bo şer û mêtingeriyê nadin û bi tu awayî gav bi paş de navêjin. Werin, em di vê rêyê de bi hev re bimeşin û vê desthilatdariyê rawestînin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de nirxandina rojevê kir. Sancar di serî de bertek nîşanê êrîşa li dijî parlamenter Habîp Eksîk û Saît Dede û bêdengiya Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop da.

Sancar, Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê bi bîr xist û wiha got: “Bi sedhezaran mirov hedef hatin girtin û bi sedan kes bi hovane qetil kirin. Ez her 104 kesên hatine qetilkirin bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. Em û gelê me baş pê dizanin bê ka kê rê li ber vê komkujiya DAÎŞ’ê vekir û hebûna xwe li ser aloziyê didomîne. Piştî komkujiyê, li Tirkiyeyê rejîm hat guherandin. Rejîmên faşîzan, li ser xwîn û komkujiyan tên avakirin. Bi polîtîkaya şer û tundiyê tên avakirin.  Bi vê komkujiyê jî ev ji xwe re kirin armanc. Piştî vê komkujiyê jî komkujiyên din hatin kirin û li êrîşên xwe dewam kirin. Hewil dan ku bi tirsê civakê dîl bigirin.”

‘CIVAKÊ QETIL DIKIN’

Sancar bi domdarî wiha got: “Hewila wan ew bû ku bi rêya tirsê gel bêdeng bikin û li rêya xwe dewam bikin. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin. Daxwaza sereke ya bi meşa 10’ê cotmehê aştî bû. Em baş dizanin ku ev desthilatdarî ji peyva aştiyê nefret dike. Têkoşîna herî bibandor a li dijî rejîmên faşîst, têkoşîna ji bo aştiyê ye. Ji ber ku li ber rabûneke bi wêrekî ya li dijî polîtîkaya komkujî û xwînê ye. Lewma dema em qala aştiyê dikin, mebesta me têkoşîneke xurt a li dijî rejîma faşîst e. Dema destilatdar hewil dide rejîma xwe ava bike, her wiha hewil dide bîreke nû ava bike. Dixwazin çîroka xwe binivîsin, bîra berê jê bibin û li hebûna xwe wisa dewam bikin. Ya ku divê em jî bikin ew e ku li dijî vê hewildanê derbikevin. Têkoşîna ji bo aştiyê, kevneşopiyeke kevnare ya vê erdnîgariyê ye. Niha dixwazin vê bîrê tune bikin. Dixwazin koka têkoşîna li dijî kedxwarî û talanê tune bikin. Dixwazin bîra şer û tundiyê ava bikin.

Serbest e ku rê li ber komkujiyan vebikin lê bibîranîna wan komkujiyan qedexe ye. Armanca wan a ji vê ew e ku civakê bi polîtîkaya şer terbiye bikin. Lê belê li dijî wan em hene. Her ku em li ber xwe didin fikira HDP’ê mezintir dibe û rêxistiniya HDP’ê berfirehtir dibe. Sedema hêrs û dijminatiya wan a li dijî me ev e. Tevî hemû êrîş û dorpêçan jî em li ser pêyan in û xwediyê îradeyeke xurt in. Lewma jî ditirsin û her roj êrîşên xwe zêdetir dikin.

JI TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DITIRSIN

Êrîşî nûnerên gel kirin. Parlamenter derb kirin û lingê hevalê me Habîp Eksîk ji 3 cihan şikandin. Ji gotinên şahidan û dîmenên di destê me de diyar dibe ku êrîşeke plankirî ye. Ji îradeya xurt a li dijî polîtîkayên dijminatî û şer ditirsin û ev jî wan bêhtir har dike. Dijminatiyeke wan a bingehîn heye ku pê xwe li ser pêyan digirin. Ew jî dijminatiya li dijî Kurdan e. Sedema bingehîn a êrîşa hovane ya li dijî Habîp Eksîk û hevalên me yên din, tirsa ji vîna gelê Kurd û têkoşîna wan e.

Lê belê wan bi tu êrîşên xwe nekarî me bitirsînin û ji têkoşînê dûr bixin. Dê nekarin jî. Her êrîşa wan, nîşaneya rizîna wan e. Her ku êrîş dikin bêhtir têk diçin. Çiqas êrîş bikin jî em xwediyê wê hêzê ne ku wan rawestînin. Hêza me ya bi milyonan kesan e ku em hewil didin bibin nûnerên vîna wan. Ev hêz, înada gelê Kurd e ku serî natewîne. Di dijminahî û polîtîkaya tundiyê de tu sînornenas in.

CIVAKA TUNDIYÊ AVA KIRIN

Vê desthilatdariyê, civaka tundiyê ava kir. Heke hunermend li ser dikê rastî êrîşan bên û bên kuştin, sedema vê ew e ku kujer pişta xwe bi desthilatdariyê germ dikin. Qetilkirina Onur Şen û bi hezaran jinan, nîşaneya herî şênber a vê civaka tundiyê ye. Em, hêviya bi milyonan kesan e ku naxwazin di nava civakeke wiha de bijîn. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze pêşeroja ciwanan dîl bigire û bêhêvî bike, tekane vebijêrk in.

QETILKIRINA NAGIHAN AKARSEL

Polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêkan, rê li ber kûrkirina polîtîkayên şer vedike. Her ku ev polîtîka kûr dibin, dizî, çetetî û birçibûn zêdetir dibin. Weke 7 sal berê, em îro jî dibêjin aştî, ked û demokrasî. Ya ku wê van pêk bîne jî HDP û têkoşîna hevpar a gelan e. Destilatdarî, polîtîkayên tundiyê li derveyî welat jî bi rêyên cuda mayînde dike. Bi vê rêbazê hewil dide desthilatdariya xwe mayînde bike. Divê em tevek vê zîhniyeta ku sûîkastan li derveyî sînor weke mafê xwe dibîne, baş nas bikin. Qetilkirina Nagihan Akarsel û Denîz Poyraz, encama heman hişmendiyê ye. Xizanî û birçîbûna vî welatî jî encama vê polîtîkayê ye. Lewma em ji şer û kexwariyê re dibêjin na.

ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BU GUFTÛGOYÊ PÊKAN E

Me berê jî gotibû ku giringtirîn taybetiya vê desthilatdariyê, dijminatiya Kurdan e. Weke sedema hebûna xwe dibîne. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘pirsgirêka Kurd tune ye.’ Hişmendiya ku neçareseriyê ferz dike jî ev hişmendî ye. Têkoşîna me ya li dijî vê hişmendiyê jî didome. Em careke din dibêjin ku rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd, guftûgo û bingeha siyasetê ye. Ji bilî vê tu rêyên din wê me ber bi welatekî demokratîk ve nebe.

ÊRÎŞ NE BÛYEREKE JIRÊZÊ YE

Lewma jî divê em li dijî vê desthilatdariya ku gel neçarê tundiyê dike, têkoşîna ked û demokrasiyê hîn xurtir bikin. Banga me ji bo hemû bindestên vî welatî ye. Werin di vê rêyê de hevrêtiya me bikin û em bi hev re vê desthilatdariyê bidin sekinandin û vê pergalê biguherînin. Ew hêza me heye. Êrîşa li dijî hevalê me Habîp Eksîk, ne êrîşeke jirêzê ye. Wezîrekê sûcan heye ku dikeve hewila parastina vê êrîşê. Kesê ku divê herî dawî biaxive, her carê dikeve hewila veşartina sûcên xwe.

BANG LI AKP’IYAN KIR

Banga min li wan kesan e ku piştgiriya AKP’ê dikin. Gelo di demeke ku wiha qirêjî, gemar, tawanbar, çete û her cureyên sûcan li wezareta karên hundir serdest in, wijdanê we qet naêşe? Ma hûn vê yekê hêjayê xwe dibînin? Dizanim ku hûn jî aciz in. Lê hûn lê hûn ne bêvebijêrk in, ew vebijêrk jî HDP ye, tifaqa HDP’ê û têkoşîna hevpar e.

DAXWAZA HEMWELATIBÛNA BI WEKHEVÎ

Niha bernameyên elewiyan radigihînin. Ev desthilatdarî bi tu awayî daxwaza hevwelatîbûna wekhev a elewiyan esas nagire. Hewil dide bi polîtîkaya sedeqeyê encamekê bi dest bixe. Niha jî hewil didin qeyûman tayînê saziyên Elewiyan bikin ku encama kedeke mezin in. Lê em baş dizanin ku civak û gelê Elewî van rastiyan baş dibînin û xwedî wê vînê ne ku van lîstikan pûç bikin. Tekane daxwaza Elewiyan, hevwelatîbûna bi wekhevî ye. Divê hûn cemxaneyan weke perestgeh qebûl bikin. Divê tu ne qeyûman lê derfetê bidî ku ew xwe bi xwe bi rê ve bibin. Rê bidî ku ew bi vîna xwe saziyên xwe sererast bikin. Nexwe hûn dixwazin Elewiyan têxin bin destên xwe. Banga me li civaka me ya Elewî ew e ku mil bidin milên me û em bi hev re têbikoşin.

WÊ JI MAKEQANÛNA DARBEYÊ XERABTIR BE

Niha jî niqaşa makeqanûnê heye. Divê em xwe ji makeqanûnên darbeyan rizgar bikin. Di vê mijarê de herî zêde me amadekarî kirine. Heke bi rastî jî hûn bixwazin makeqanûneke azadîxwaz û demokratîk çêbikin, wê demê divê hûn şert û mercên demokratîk û azad ava bikin. Li pêş çavên her kesî parlamenteran derb bikin, fezlekeyan bidin pey hev û devê me tevan girê bidin û piştre jî bibêjin; ‘werin em makeqanûnê niqaş bikin.’ Makeqanûna di van şert û mercan de bê çêkirin, wê ji makeqanûna derbeyê xerabtir be.

Ji bo ku em bikarin xwe ji vê makeqanûna derbeyê xelas bikin, divê tifaqa herî berfireh a civakî bê avakirin. Heke beriya paqijiya rê em bikevin nava nîqaşên makeqanûnê, wê hêj di gava ewil de pê li mayinê bikin. Em ji bo nîqaşên jidil ên bo makeqanûneke nû amade ne lê ji ewil divê mayinên di rê de bên paqijkirin. Banga me ya ji bo civak û muxalefetê ev e; wer in em bi hev re li ser paqijiya vê rêyê li hev ibkin. Bila mixelefeta siyasî û civakî vê rojevê li xwe bigire û rê nede van hewildanên vala yên desthilatdariyê. Heke em ji bo demokrasî, aştî û kedê bên ba hev, wê hemû hewldaên desthilatdariyê pûç bibin.

HEWLDANÊN WE VALA JI BER KU WÊ TÊK BIÇIN

Desthilatdarî di mijara aboriyê de jî heman tiştan dike. Ji bo xapandina civakê paketên nû radigihîne. Qaşo wê krediyên erzan bidin esnafan. Heke esnaf gelek bi xema we bin, wê demê bêfaîz krediyê bidin. We esnaf xistiye vî halî? Ka we digot faîz heram e? Ka we digot em faîzê dadixînin? Bi milyonan esnaf perîşan bûne lê hûn hêj ta serî li fêlbaziyê didin ku banke hîn bêhtir qezenc bikin. Dibêjin; ‘bi qasî ji destên me tê em çavkaniyên welêt talan bikin, heke em bi ser kevin wê bedelê wê gel bide û heke em têk biçin jî wê ji bo desthilatdariya nû xerabiyekê bihêlin.’ Me baş hay ji vê heye. Lê em xwediyê wê tecrûbeyê ne ku van planên we pûç bikin. Hewildanên we vala ne ji ber ku hûn ê têk biçin.

QANÛNA DEZENFORMASYONÊ

Jixwe di zextên xwe de sînornenas in û tevahiya çapemeniyê xistin bin destên xwe. Dixwazin bi qanûna sansûrê çendek derdorên mixelef jî bêdeng bikin da ku dengê civakê neyê bihîstin. Qanûneke bi navê dezenformasyonê anîne. Bi rastî jî hûn bixwazin li dijî dezenformasyonê têbikoşin, weke karê destpêkê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê bigirin. Heke we ev sazî ji holê rakir, ev wê bibe gava ewil a parastina gel ji derew û agahiyên xelet. Ciwan, jin, bawerî, Elewî, Kurd û hemû derdorên ku dixwazin xwe ji vê pergala qirêjî rizgar bikin divê em hêza xwe bikin yek û vê desthilatdariyê têk bibin û rejîmê biguherînin. Tekane alternatîfa rastîn a vî welatî, fikira HDP’ê ye.”