Sancar: Doza Kobanê dozeke kûmpas e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku 'Doza Kobanê' dozeke kûmpas e û got, "Em ê vî welatî ji pergala riziyayî rizgar bikin. Hêza me têrê dike."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku 'Doza Kobanê' dozeke kûmpas e û got, "Em ê vî welatî ji pergala riziyayî rizgar bikin. Hêza me têrê dike."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê ku rûniştina 'Doza Kobanê' şopand, a ku 28 jê girtî 108 siyasetmedar lê tên darizandin, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da. Sancar anî ziman ku 'Doza Kobanê' ji serî heta dawî kûmpas e û ji bo hilanîna tolê ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye amadekirin.
Sancar got, "Bi sedan klasor kêm in. Û piştî ev klasor pêşkêşî dadgehê hate kirin, di nava 3 rojan de lêkolîn kirin. Ji bo dadgeh van bixwîne çiqasî dem pêwîst e? Selahattîn Demîrtaş ev yek doh bi têrkerî vegot. Bi şev û roj 24 saetan bixebitin jî ancax di nava 9 rojan de dikarin bixwînin. Lê belê heyeta dadgehê ragihand ku hin karên cuda jî kir û di nava 3 rojan de temamiya gilînameyê xwendiye. Îdîa dike ku bi rengekî hesas xwendiye. Em zanin ku heyeta dadgehê ev îdîaname nexwendiye. Em zanin ku ev îdîaname li ku hatiye amadekirin. Ev îdîaname li navendên tarî yên desthilatdariyê hatiye amadekirin."
'HEWLDANA TARÎKIRINÊ Û QEDANDINA BI BAYÊ BEZÊ'
Sancar anî ziman ku hewl tê dayin doz bi bayê bezê bê qedandin, bê tarîkirin û got, "Vê jî diherimînin. Delîl tên pêşkêşkirin lê belê piraniya delîlan di îdîanameyê ed nîne. Heyeta dadgehê ne tenê bi alîgirî tevdigere, di heman demê de li dijî hiqûqê tevdigere. Ji xwe nepêkane ku ev doza kûmpasê bêyî bikaranîna derfetên neqanûnî bê meşandin. Heyeta dadgehê sûc dike, yên ku fermanê didin heyeta dadgehê sûc dikin. Yê ku divê bê darizandin kiryarên desthilatdariya siyasî ya sala 2014'an e. Yên ku ev doza kûmpasê amade kirine divê bên darizandin. Û roj wê were ew ê li pêşberî dadgeriya adîl hesab bidin."
'DIVÊ EM VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
Sancar bi berdewamî wiha got: "Li Tirkiyê sûcên herî giran bi rojan e ji hin aliyan ve têne vegotin, ti dozger xwe tevnalivîne. Lê li dijî HDP'ê, li dijî gelê Kurd bi helkeftên wiha beredeyî, îdîayên bêbingeh bi cezayên giran dozê vedikin. Li Tirkiyê rizîbûna siyasî, pergala hiqûqê jî sedema xwe dijminatiya li Kurdan û operasyonên li ser HDP'ê ne. Ti geşedan ji hev ne qut in. Heke em vê rastiyê nebînin, heke em li vir tişta ku tê kirin weke sedema sereke ya rizîbûna li Tirkiyê nebînin em nikarin pergalê biguherînin. Lê em pê dizanin ku bi teqezî divê em pergalê biguherînin.''
Fatoreyê li tevahiya civakê, herî pir jî li hejar û kedkaran dibirin. Doza kumpasê ya ku li vir tê rêvebirin, her wiha ji bo nixumandina bi milyar dolaran e ku ji bêrîka gel dizîne. Heta ku em vê perdeyê ji ser ranekin, ne em dikarin ratsiya pergala dewletê ku bûye mafya bibînin ne jî encama aboriya talan û şelihdanê. Hevalên me bi giştî wê di vê dozê de van denyin holê. Wê vê desthilata siyasî, pergala riziyayî darizînni. Jixwe bi rengekî xurt dest bi vê kirin. Her ku danişîn bi pêş ve çûn ev ê bi rengekî berfireh werin danîn. Hevalên li me li dadgehan em jî li hemû qadên siyaseta demokratîk de van heqîqetan deynin holê, li ber çavan raxin. Em ê vî welatî ji pergala rizî, xirabe xilas bikin. Ev hêza me heye. Ji ber ku em li cem heqîqetê ne."