Salvegera damezrandina PKK'ê li Ermenîstanê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Ermenîstan Êrîvanê hat pîrozkirin.
37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Ermenîstan Êrîvanê hat pîrozkirin.
37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Ermenîstan Êrîvanê hat pîrozkirin.
Bi vê wesîleyê li ofîsa Kurdistan Komîteyê, îro civînek hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemî li ser wate û girîngiya rojê axivî.
Hemîd bal kişand ser rewşa tinebûyî ya gelê Kurd a beriya avabûna PKK'ê û anî ziman ku bi saya PKK'ê ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd derketiye ser rûyê cîhanê. Hemîd 37. salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê, gerîla, şehîdan û gelê Kurdistanê pîroz kir.
Piştre yek dayika cangoriyekî têkoşîna azadiYê Dayê Kubar mafê axaftinê wergirt û bi wesîleya rojê ev bang li gelê Kurd kir: "Em têkoşîna xwe bilind bikin û di demeke kurt de Rêberê xwe azad bikin. Bila bijî Rêber û bijî PKK."
Di civînê de beşdaran li ser wateya rojê nêrînên xwe anîn ziman û civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.