Kurtulmuş û Ozel peyama ‘sererastkirina qanûnî’ dan

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî civîna li ser rapora ku ji hêla Komîsyona Meclisê ve hatiye amadekirin, daxuyaniya hevbeş dan.

Kurtulmuş piştî civîna Koma Meclisê ya CHP’ê, diyar kir ku xebata komîsyonê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê mînakek e û parlamenterên ji partiyên cuda li ser rapora hevpar li hev kirine.

Kurtulmuş bal kişand ser bendên 6 û 7’an ên raporê ku sererastkirinên qanûnî û hiqûqî dihewîne û got, "Ez hêvî dikim ku pêşniyarên me yên şênber bi taybetî derbarê bendên 6 û 7’an, di demek kurt de ji hêla partiyên siyasî ve werin destgirtin û li Lijneya Giştî ya Meclisê xebatên qanûnîkirinê bên destpêkirin.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî diyar kir ku pêvajo di noqeteya lihevkirinê de ye û got, "Ger aştî were Tirkiyeyê, divê her kes destê xwe bixe binê vî kevirî.”

Ozel anî ziman ku divê xalên 6 û bi taybetî 7 a ku gavên demokratîkbûnê dihewîne bêyî dereng bibe bên derxistin.

Ozel  destnîşan kir ku mijarên rêzgirtina ji bo biryarên dadwerî û biryarên Dadgeha Destûrî, serweriya hiqûqê û rêgeza darizandinê ruhê raporê pêk tînin û got, "Wekî ku Serokê Meclîsê jî diyar kir ev baweriya ku meclîs dide hev e. Dema ku ev pêvajo bi vî rengî bi ser bikeve, wê tu kes winda neke.”