ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
- Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
- Yek ji fermandarên giyanî yên berxwedana Kobanê Îsmaîl Elî ku ji eniya şer a berê axivî, berxwedana ku bi serkeftinê bi dawî bû bi bîr xist û diyar kir ku ew ê îro bi heman bawerî û îradeyê têbikoşin û got, "Em ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin."
- Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû ya ku ji bo hevgirtinê serdana Rojava kir, got, "Tevî agirbestê, Kobanê ji aliyê bermahiyên DAIŞê û çeteyên cîhadîst ve di bin dorpêçê de ye. Zarok ji sermayê dimirin. Dixwazin Kobanê vediguherînin Xezeyê."
- Wezareta Karên Derve ya Îngîltereyê ragihand ku wan daxwaz kiriye ku li gorî agirbest tevbigerin, pêşveçûna hêzên hikûmetê ya ber bi Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve were rawestandin, sivîl bên parastin û alîkariya mirovî bê misogerkirin.
- Sêzdeh komeleyên Kurd ên ku li DYE’yê dixebitin ji bo hevgirtina bi Rojava re nîşan bidin amadekariyên destpêkirina kampanyayek alîkariya mirovî ya hevbeş dikin.