Li Hacettepeyê êrîşa nîjadperestî: Polîs mexdûrên êrîşê binçav kirin

Li Kampusa Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê, komeke nîjadperest ên xwe wekî “Ulukucu” nîşan dan, êrîşî xwendekaran kirin û kesek bi giranî birîndar bû.

Hate hînbûn ku êrîşên li ser xwendekarên çepgir, sosyalîst û demokrat ên li zanîngehê  ji dema vekirina dibistanê ve berdewam dikin. Xwendekar diyar kirin ku li kampusê ewlehiya canê wan tineye.

Komeke nîjadperest ên ku xwe wekî endamên “Ocaxên Ulkucu” dan nasîn di bin navê "merasîma dewr û radestkirinê" li kampusê kom bûn. Koma nîjadperest di merasîmê de dirûşmeyên nîjadperestî berz kirin û pitre bi kêr û amûrên birînê êrîşî xwendekarên din kirin.

Hat zanîn ku xwendekarek ji ber derba ji serê xwe xwar bi giranî birîndar bû û ji ber ewlehiyê agahiya ku bê birine kîjan nexweşxaneyê nehate parvekirin.

Hate hînbên ku hin xwendekarên din jî di êrîşê de birîndar bûne. Dema ku hin xwendekaran hewl dan bûyerê bi telefonên xwe tomar bikin, ji hêla ewlehiya kampusê ve hatin astengkirin. Di dîmenan de kesekî ku di destê wî de amûrê birînê heye li kêleka peywirdarê ewlehiyê hewl dide amûra birînê veşêre û peywirdarê ewlehiyênertekê nîşan nade

Balkêşe ku ji koma êrîşkar ti kes nehat binçavkirin, lê çar ji xwendekarên mexdûrê êrîşê hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku rageşiya ku li kampusê dest pê kir heta saetên êvarê berdewam kir.