Rûsya ji bo veguhestina çekên kîmyawî wesayît şandin Sûriyê
Rûsya ji bo veguhestina çekên kîmyawî wesayît şandin Sûriyê
Rûsya ji bo veguhestina çekên kîmyawî wesayît şandin Sûriyê
Rûsya ji bo veguhestina madeyên kîmyawî yên Sûriyê ku ev demek ji bo hilweşandina wê xebat tên kirin, 25 kamyon û 50 maşîn şandin Sûriyê.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Rûsyayê weşandiye, Wezîrê Parastina Rûsyayê Sêrcî Şoyco di rapora xwe ya ku da Serokê Rûsyayê Vilademîr Potîn de gotiye ku balafirên Rûsyayê di navbera 18 û 20'ê kanûnê de 25 kamyon û 50 maşînên taybet li Ladiqiyê danîne. Hate gotin ku Rûsya maşîn û kamyon ji bo veguhestina madeyên kîmyawî yên Sûriyê şandiye.
Şayco, destnîşan kir ku wezareta parastinê ya Rûsyayê ji bo tunekirina madeyên kîmyawî yên Sûriyê bi lez tevdigere.