Rûsyayê derbasdariya peymana genim rawestand
Berdevkê Kremlînê diyar kir ku, peymana genim ji îro pê ve êdî derbasbûna wê hatiye rawestandin û got, "Beşê van peymanan ên têkildarî Rûsyayê nehatin pêk anîn."
Berdevkê Kremlînê diyar kir ku, peymana genim ji îro pê ve êdî derbasbûna wê hatiye rawestandin û got, "Beşê van peymanan ên têkildarî Rûsyayê nehatin pêk anîn."
Rûsyayê ragihand ku Peymana Korîdora Genimê ya Derya Reş rawestandiye. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de ragihand ku peymana genim ji îro pê ve êdî derbasbûna wê hatiye hatiye rawestandin û got ku eger şertên Rûsyayê pêk were, dê Rûsya li vê peymanê vegere.
Peskov got, "Peymana Behra Reş îro bi awayekî rasteqîn hat betalkirin" û wiha pê de çû: "Wekî ku beriya niha Serokê Rûsyayê gotibû, di 17’ê Tîrmehê de dem bi dawî dibe. Mixabin beşek ji van peymanan ên di derbarê Rûsyayê de nehatin pêk anîn. Ji ber vê ji meriyetê tê rakirin. Eger şertên Rûsyayê pêk were, dê Rûsya li vê peymanê vegere.”