Rûniştina duwemîn a doza piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir.
Di rûniştina dozê ya duh pêk hat de dîwana dadgehê hewl da salonê vala bike û daxwaza parastina Kurdî red kir. Duwemîn runiştina dozê bi beşdariya hemû rojnamevanên girtî û serbest, li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dest pê kir.
Hêzên ewlekariyê nehiştin afîşên ji nûçeyên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê hatibûn girtin, bînin hundir.
Rûniştin bi tesbîtkirina nasnameya rojnamevanên ne girtî dest pê kir. Rojnamevana bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî yên Kurd bersiv dan dadger. Piştî tesbîtkirina nasnameya, rûniştin bi daxwazên parêzeran berdewam dike.