Rûniştina sêyemîn a Doza Kobanê: Bila heyeta dadgehê vekişe!
Rûniştina sêyemîn a 'Doza Kobanê' ku bi destê dadgeriya Tirk li dijî HDP'ê hatiye destpêkirin, pêk tê. Parêzeran ji heyeta dadgehê xwest ku xwe vekişîne.
Rûniştina sêyemîn a 'Doza Kobanê' ku bi destê dadgeriya Tirk li dijî HDP'ê hatiye destpêkirin, pêk tê. Parêzeran ji heyeta dadgehê xwest ku xwe vekişîne.
Di 'Doza Kobanê' de Hevserokên berê yên HDP'ê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û rêveberên HDP'ê jî di nav de 108 siyasetmedar tên darizandin ku 28 ji wan girtî ne.
Rûniştina sêyemîn a dozê roja Înê dest pê kir. Tevî parêzeran, parlamenterên HDP'ê jî tevlî bûn.
Gelek parêzer jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji bajarên ku lê ne tevlî bûn.
Ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê hin pispor û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekîtiya Ewropayê dozê dişopînin.
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtşa û Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel ên dîlgirtî, bi hincet tevlî nebûn.
Di destpêka rûniştinê de parêzeran daxwaza vekişîna heyeta dadgehê kirin. Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak got, "Eger hûn ê venekişin, hingî dosyayê bişînin dadgeheke bilindtir."
Balsak got, "Darizandineke bêalî, şertê darizandina ad^lı e. Dadgeha we bi rengekî alîgir nêzî vê dozê dibe."
Her wiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtşa bi bîr xist û got, "Hûn çawa dikarin ji me hêvî bikin ku em bawer bikin, ku girtîhiştina wî li gorî qanûnê ye?"
Doz bi parastina parêzeran dewam dike.