Rûniştina doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
Bi îddîaya ku Emîne Şenyaşar ‘heqaret’ li parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate taloqkirin.
Bi îddîaya ku Emîne Şenyaşar ‘heqaret’ li parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê hate taloqkirin.
Emîne Şenyaşar a ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di êrişan de hevjînê wê û du kurên wê kuştibû, bi hinceta ku ‘heqaret’ li Yildiz kiriye doz lê hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 2’emîn bêyî malbat û parêzeran, bi awayekî girtî hate kirin. Heyetê bi hinceta ku wê lêkolînê bikin, wê di 15’ê Mijdarê de biryara xwe bidin.