Romorka leşkerî wergeriya 4 kes winda ne

Romorka leşkerî wergeriya 4 kes winda ne

Li Karşiyaka yê di tersaneya Leşkerî ya Alabey da Romarka bi navê "TCG Degîrmendere" piştî ku hat temîr kirin dema ku derxistin behrê av girt li ser kêlekê wergeriya di encamê de 2 sîvîl û 2 leşker windabûn. 

Romorka bi navê "TCG Degîrmendere" ya aydê Hêzên Behrê ku di hewza li Tersaneya Leşkerî ya Alabey de li navçeya Karşiyakaya Îzmîrê dihat temîrkirin, duh dema peyayê behrê dikirin, di wê demê de av hilda û li ser kêlekê wergeriya. Hat ragihandin ku di dema bûyerê de hin personelên ku romork peya dikirin birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Karşiyakayê. Her wiha hat gotin ku 2 leşker û 2 sivîlên ku di bûyerê de winda bûne lêgerîna wan didome.