Rojnamevanên Lubnanî û Misrî bersiv dan balyozê Tirk: Ev der Beyrûd e, ne Idlib û Stenbol e

Rojnamevanên Lubnanê Fadî Akûm bersiv da gefên Sefîrê Tirk ê Lubnanê û diyar ku divê Lubnanê weke Idlib û Stenbolê nehesibîne. Rojnamevana Misrî Reşa Munîr jî got, "Kirinên Erdogan terorîstî ne."

Nivîskar û rojnamevanê Lubnanê Fadî Akûm têkildarî gefên Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Lubnanê Alî Bariş Ûlûsoy ku ji ber hevpeyvîna rojnameya El Nehar a bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik gef xwaribû, nirxandin kir.

Fadî Akûm got, "Hevdîtina ku hevkar Serkîs Kassarjian pêk anî, hevpeyvîneke profesyoel û hêja û bêkêmasî bû. Her wiha gelek aliyên hevkariya navbera Kurd û Ereban raxist pêş çavan. Bêguman ev yek desthilatdarên Tirk pir tengezar dike, ji ber ev yek wê bibe astengî li pêşberî armancên Tirkiyê li deverê bi gelemperî û bi taybet li Sûriyê."

Fadî Akûm wiha donand: "Kiryarên Tirkiyê ên stemkar tiştekî sosret e. Lê wê kêliyekê ji bîr kir ku rojnameya El-Nahar ya ku di dîrokê de bi xeta xwe ya neteweyî tê naskirin û di rojnamegeriyê de li ser rêbazek serbixwe dimeşiya û ta niha jî didomîne. Belê, ew bûye yek ji dibistanên herî girîng ji rojnameyên erebî û navneteweyî re. Her wiha Tirk jibîr dikin ku El-Nehar li ser helwestên xwe şehîd danî û pêşengên wan jî Cibran El-Twênî û Samîr Qesîr in."

Ji Balyozê Tirk re axivî û wiha got: "Hey cenabê birêz 'Elî Bariş Olosoy. Ev Beyrûd e û ne Idlib û Stenbol e û baş zanibe ku te deriyek girtî û şerek medyayî li xwe vekir ku bê guman tu yê têde têk biçî."

ROJNAMEVANA MISRÎ REŞA MUNÎR: KIRYARÊN ERDOGAN BI XWE TERORÎZM E

Rojnamevana Misrî Reşa Munîr jî polemîkên Tirkiyê ên ku ji rojnamevanê El-Nehar Serkîs Kassarjian hatin arastekirin piştî hevpeyvîna wî bi rêveberê KCK'ê Cemîl Bayîk re, şaş ma.

Rojnamevana Misrî Reşa Munîr got, "Min polemîkên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanê dezgeha El-Nahar a Lubnanê Sarkis Kassarjian, li hember hevpeyvîna wî ya bi Cemîl Bayek re şopand'' û wiha pê de çû: "Di destpêkê de, ez hevpeyvîna hevkarê xwe yê wêrek û xweş pîroz dikim, tiştê ku min dixwest Sarkîs pêk anî; ya duyan, jî ez sûcdariyên li ser hevkarê xwe red dikim, ji ber ku danûstandina wî pir profesyonel bû û mêvanê wî bi dîplomasiyek herî mezin û bi aramî axivî û kiryarên ku Erdogan li dijî gelê Kurd û li dijî hewldanên eşkerekirina tawanên wî dike, ew teror bi xwe ye."

Mûnîr her wiha got rojnamevanê dewletên Erebî divê piştgirî û alîkariyê bidin Sarkîs û li pêşiya hemî destwerdanên di karê wan ên rojnamevaniyê de bisekinin, ji ber ku di eşkerekirina tewanên xwînmij ên li dijî gelê Kurd de Erdogan xwedî roleke mezin e.