Rojnamevanên Kurd: Em hesab nadin, em hesab dipirsin
Rojnamevanên Kurd diyar kirin ku ew dev ji parastina tiştên ku kirine bernedin û gotin: “Em hesab nadin, em hesab dipirsin.” Hemû rojnamevan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rojnamevanên Kurd diyar kirin ku ew dev ji parastina tiştên ku kirine bernedin û gotin: “Em hesab nadin, em hesab dipirsin.” Hemû rojnamevan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Rûniştina ewil a doza Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji dozê girtî tên darizandin, Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin jî negirtî tên darizandin, di roja duyemîn de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Rojnamevan, parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê tev li rûniştinê bûn.
Rûniştin, bi parastina rojnamevanê girtî Mehmet Şahîn ku duh nîvco mabû dest pê kir. Şahîn îro dê parastina xwe bikira bi hinceta ku wergerê Kurdî ne amade ye, rûniştin bi parastina rojnamevan Azîz Orûç berdewam kir.
Orûç spasiya hemû kesên ku piştgiriya daye wan kir û destnîşan kir ku ew ê rojnamevaniyê berdewam bikin. Oruç bi bîr xist ku di sala 2011'an de 15 mehan di girtîgehê de maye û beraat bûye û di sala 2020'an de careke din hat girtin û dîsa beraat bûye. Oruç bi bîr xist ku di rûniştinek din a 6 meh berê de ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê beraat bû û wiha got: "Ez careke din hatim destgîrkirin û ez niha dîsa li dadgehê me." Oruç anî ziman ku nûçe û bernameyên ku çêkiriye dibin mijara sûcdariyê û wiha bertek nîşanî sûcdariyan da: "Nûçeyên min çêkirine ji min dipirsin dibêjin çima te çêkiriye. Te çima bernameyan çêkiriye.”
Oruç anî ziman ku îdianameya wan ji nûçe û bernameyên çêkirine tije ye û got: “Ez cara yekem e ku îdianameyek ji nûçeyan pêk tê dibînim. Di îdianameyê de ji me re, ‘hûn rojnamevan in, lê hûn terorîst in’ hatiye gotin. Me wisa reş dikin.”
'EM NE SÛCDAR IN’
Oruç anî ziman ku di serdema AKP'ê de ji siyasetmedaran heta nanpêj her kes wekî "terorîst" hatiye binavkirin û bi bîr xist ku Serokkomar Erdogan endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî wekî "terorîst" bi nav kir. Oruç parastina xwe wiha domand: "Heke endamekî Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi sûcdarkirineke bi vî rengî re rû bi rû bimîne, yên mayî jî hûn bifikirin. Di pergaleke bi vî rengî de biryareke li gorî Destûra Bingehîn wê çawa derkeve? Em nizanin ku me çiqasî qala wê kiriye. 2 roj in gelo me çiqasî derde xwe da fêmkirin û ziman. Darizandina piştî 400 rojan bi serê xwe sosretiyek e. Em ne sûcdar in. Ji me re dibêjin 'Çima hûn nûçeyên magazîn û sporê çênakin'. Me dikaribû bikira, lê dema ku rastiyek-heqîqetek heye, heke em wê nenevisînin, li wê nepirsin nabe.”
'DI ÎDIANAMEYÊ DE DELÎL TUNE NE’
Oruç diyar kir ku ji sala 2012'an û vir ve bi hezaran nûçeyan çêkiriye û got: "Wêneyê nûçeyên rojnamevanan weke delîl nîşan didin. Min îdianameyeke wisa şêlû nedîtiye. Sûcdar çi ye, delîl çi ye? Di îdianameyê de tiştekî wiha tune. Delîl li hev nayên, sûc li hev nakin, kes li hev nakin, dîrok li hev nake. 11 bernameyên ku min çêkirine hatin hilbijartin û li îdianameyê hatin zêdekirin. Vê jî kirine mijara sûc. Em dev ji parastina nûçe û bernameyên xwe bernadin.”
'DOZGER HEM SÛCDAR KIRIYE HEM DESTEK KIRIYE’
Oruç parastina xwe wiha berdewam kir: "Gelo li kolanan girtina mîkrofonê ya agahdarkirina raya giştî sûc e? Dozger wisa têgihiştine ku hevpeyvînên min ên li MA'yê hatine weşandin, wekî ku min îfade daye nîşandan. Jixwe qedexe jî li ser van nûçeyan nîne. Her wiha wêneyek di kompîtura rojnamevanekî de derketiye. Lê dozger bi xwe jî gotiye ku fikra min ez ne li wê çalakiyê û şahiyê bûme. Di îdianameyê de qeydek HTS’ê heye. Bi ya min diviyabû çend qeydên HTS’ê yên din jî hebûna. Dozger hem me sûcdar kir û hem jî piştgirî daye me. Nizanim bersiva îdianameyê çawa bidim. Di îdianameyê de em wekî 'terorîst' tên nîşandan. 'Terorîstbûn' ewqas hêsan e ku her kes dibe 'terorîst'. Heta nanpêj jî wek ‘terorîst’ hatiye ragihandin. Di ferhengê de peyva 'terorîst' ji bo kê tê gotin nivîsandî ye. Li vî welatî ev hejmar her roj zêde dibe."
'WÊ KÊ HESAB BIDE’
Orûç destnîşan kir ku rojnamevanî yek ji pîşeyên herî dijwar a vî welatî ye û ew ji tehliyeyê bêtir dixwazin ku heqaniyet di vê rûniştinê de derkeve holê û got: “400 roj hesabê vê neheqiyê wê kê bide? Mixabin wê kes nede.”
Rojnameger Elîf Ungur got ku zaravayê Kurdî kirmanckî zimanê wê yê dayikê ye û ji ber ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bike, lêborînê xwest. Ungur anî ziman ku bernameyan çêdike, bernameyên medya ekolojî û medya çandê ne. Ungur diyar kir ku di çarçoveya şexsîtiya sûc de ew tawanbariya “endamtiya rêxistinê” ya li wan tê kirin qebûl nakin. Bi domdarî Ungur destnîşan kir ku nûçeyên “Belgefîlma Hezâ û gîtara ji Nûdem Durak re hatiye dayîn” ku bernameya wê çêkiriye sûc nîne û got ku nûçeyên wê ji bo başiya raya giştî ne.
Ungur got ku zextên li ser çapemeniya Kurd dê weke binpêkirina azadiyan li wan vegere û wiha domand: “Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di bin zextê de ye. Polîtîkaya heyî ji bo domandina van zextan e.”
DOGUHAN: EZ LI CIHÊ XWE YÊ KAR BÛM Û EV WEKE SÛC HATIYE NÎŞANDAN
Rojnamevan Sûat Doguhan jî di parastina xwe de anî ziman ku zêdetirî 13 meh in girtî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Demekî dirêj bû û em westiyan. Şertê darizandina adilane, darizandineke zû ye. Lê me 13 meh piştre rûyê dadgehê dît. Ez li cihê xwe yê kar xebitî me û ev yek weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Ez şirîkê PÎA’yê me û ev tiştekî veşarî nîne. Bi awayekî fermî hatiye avakirin û ev kargeh baca xwe dide. Sazî li rex hev hene û ev yek jî weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Hemû kes dizane ku li Tirkiyeyê çapemenî, televîzyon, radyo û hwd. li Îkîtellî ya Stenbolê li rex hev in. Heke ji ber vê li têkiliyeke rêxistinî bigerin, wê demê divê xebatkarên wê çapemeniyê tevek endamên rêxistinê bin.”
Bi domdarî Dogûhan bi lêv kir ku di tapeyên telefonan de axaftina wî ya bi xalê wî re ku li Swîsreyê ji ber sûcekî edlî girtîgehê de ye weke sûc hatiye nîşandan û got: “Dozger gotiye qey dikare ji vir sûcekî biafirîne. Îdianame bi awayekî wiha bêcidiyet hatiye amadekirin.”
'EM TEHLIYEYÊ DIXWAZIN’
Piştî hatina wergêr jî Mehmet Şahîn bersiv da 2 tawanbariyên duh hatibûn kirin.
Piştre jî Mazlum Guler axivî û got ku weke kameravan dixebite. Guler anî ziman ku kameraman xwe tevî naveroka bernameyê nake û wiha got: “Em endamên rêxistinê nînin. Dixwazin bên tehliyekirin.”
EWRAQÊN NOTERÊ WEKE DELÎLA SÛC NÎŞANDAN
Rojnameger Ramzan Gecîkan jî diyar kir ku li PÎA’yê weke kameraman dixebite û ev tişt anî ziman: “Di kargeha PÎA’yê de para min jî heye. Ewraqên noterê yên ji ber vê şirîkatiyê weke delîl hatine nîşandan. Nayê qebûlkirin ku ewraqekî fermî weke delîl bê nîşandan. Li ser telefonê bi hevalên xwe yên xebatê re min hevdîtin kirine û ev tiştekî asayî ye. Ya neasayî, neaxaftina min e. Girtina me veguherî cezayê. Em daxwaza tehliyeya xwe dikin.”
Rojnameger Îbrahîm Koyuncu jî destnîşan kir ku dema girtî wan îdianame mereq kirine û dema hatî jî wan tu sûc nedîtine. Koyuncu, tawanbarî red kir û xwest bê tehliyekirin.
Abdurrahman Oncu jî got ku ew kameravan e û wiha domand: “Kameravan xwe têkilî naveroka bernameyan nakin. Ji vê berpirsyar nînin. Ji bo ku derheqê min de sûcekî biafirînin, wêne û stranên birayê min ê jiyana xwe ji dest dayîn weke yên min bin hatine nîşandan. Ez van tawanbariyan qebûl nakim û daxwaza tehliyeya xwe dikim.”
Remziye Temel jî got ku li kargehê li sekreter û muhasebeyê dinêre û anî ziman ku ji ber karê xwe tê darizandin. Temel pirsa “Gelo ma karê ez dikim, mirov dike endamê rêxistinê?” kir û daxwaza tehliyeya xwe kir.
'LI ERDNÎGARIYA KURDAN ÇAND Û HUNER ÇIMA SÛC E?’
Rojnameger Neşe Toprak jî paratina xwe bi Kurdî kir û wiha got: “Ez wênesaz im û bernameya hunerê pêşkeş dikim. Ji ber vê yekê hewl didin min weke endama rêxistinê nîşan bidin. Di heman demê de aktîvîsta jin im. Ez hewl didim vê di xebat û bernameyên xwe de jî nîşan bidim. Ez li erdnîgariya Kurdan bernameyên ku berhemên jinan û jiyana wan vedibêjin çêdikim. Hewl didim ev keda wan bê naskirin û zanîn. Jin di her qadê de tên astengkirin û aliyekê wê jî çapemenî ye. Lewma min li çapemeniyê dest bi xebatê kir. Ez ji ber vê bernameya çand û hunerê têm darizandin. Min li gelek deveran têkildarî jinan pêşkeşî kir. Min li erdnîgariya Kurdan jî kir. Çima pêşkeşkirina çend û hunerê ya li erdnîgariya Kurdan dibe sûc?”
‘PIŞTÎ 10 MEHAN ÎDIANMAE HAT AMADEKIRIN’
Rojnameger Lezgîz Akdenîz parastina xwe bi Kurdî kir.
Parastina Akdenîz wiha ye:
“Divê ku du sê mehan de îdianame bihata amadekirin. Lê 10 meh şûn ve hat amadekirin. Meheke çavê me li ser îdianameyê bû. Her çiqas dereng be jî gihîşt destê me. Îdianame 800 rûpel e, min her rûpelek wê xwend. Min ji îdianameyê fêm nekir ku ev saleke çima em girtî ne.
DOZGER GELEK ZEHMETÎ KIŞANDIYE
Diyar e dema ku dozger vê îdianameyê amade kiriye, gelek zehmetiyan kişandiye. Tevî ku îdianame ji 800 rûpelî pêk tê jî lê dozger der barê xebatên me rojnamevaniyê de negotiye ‘rojnamevan’ û ‘çapemenî’. Çima ev peyv di îdianameyê de derbas nabin? Di îdianmeyê dozger li rastî çi hatibe nivîsandiye. Heke ku dozger carek jî di îdianameyê de bigota ‘rojnamevan’ û ‘çapemenî’ wê îdianame mîna kevirên domînoyê yek bi yek biketina. Lewma dozger pir zoriyê kişandiye. Ev ne hêsan e.
PRENSÎBÊN ROJNAMEVANIYÊ
Di îdianameyê de ji me re tê gotin ku ‘hûnê di çarçoveya ku desthilat diyar bike de rojnamevaniyê bikin’. Heke rojnamevaniya te ne li gorî desthilatê be tu ne rojnamevanî. Tiştek wiha tune ye. Li gorî vî û li gorî wan rojnamevanî nîne. Prensîbên gerdûnî yên rojnamevaniyê hene. Ev prensîbên bingehînin. Rojnamevan nikare li hember tiştên diqewimin bêdeng bimîne.
NÛÇEYÊN MEHMET SÎNCAR, HEWSEL, WINDA KIRINE SÛC
Bi salane ez rojnamevaniyê dikim. Îdianame ji nûçeyên ku min çêkiriye pêk tê. Nûçeyên min der barê Mehmet Sîncar, Hamît Gezgîncî yê şahide Zindana Amedê, nûçeyên min der barê serpêhatiya windayan de çêkirine, nûçeyên min bi malbatên kesên ketine greva birçîbûnê re çêkirine ne sûc in û nabe bibin sûc. Nûçe di malpera MA’yê de hene û ji her kesî re vekirî ye. Di îdianameyê de hatiye gotin ku nimreya Stêrk TV çima pê re ye. Vê yekê kirine sûc. Li salonê gelek rojnamevan hene û nimreya min bi hemûyan re heye. Ev nabe sûc.
Dozger; nûçeya nameya girtiyan wek ku min nivîsandibe daye nîşandan. Nûçeya min a der barê Baxçeyên Hewselê de Nûçeciwan jî bikar aniye û kirine sûc. Nûçeyê min ji wan re neşandiye. Nûçeya min di MA’yê de hatiye weşandin. Vaye ev jî nûçeyan a di MA’yê de ye.
BÎRANÎNA APÊ MÛSA KIRIN E SÛC!
Beşdariya bîranîna Apê Mûsa jî kirine sûc. Apê Mûsa rûspî, ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê gelê Kurd bû. 70 salî bû hat revandin û bi awayek hovane hat qetilkirin. Em ji bo ku carek din kes li welat neyê revandin û qetilkirin bi bîr tînin. Ya ku divê bê sûcdarkirin ne bîranîna Apê Mûsa be, divê yên ku hovîtiyê kirine werin sûcdarkirin û mehkûmkirin. Helwesta dozger di vir de darizandina mafên mirovan e.
Ez yek şahidên veşarî jî nas nakim. Ew jî min nas nakin. Ez sûcdariya ku wan li min kiriye qebûl nakim. Îdianame bi nakokiyan tije ye. Dozger xebata min a rojnamevaniyê wek fermanê nirxandiye. Qey mirov dibêje têkiliya min bi rêxistinê re heye daye nîşandan. Ez ji dozger dipirsim, birêz dozger çima hûn viya dispêrin?
BILA EV BÊHIQÛQÎBI DAWÎ BIBE
Em rojnamevan in, em xebatên rojnamevaniyê dikin. Salek e em bi sepanên li dijî hiqûqê ne re rû bi rû mane. Em dixwazin ev bêhiqûqî di vê danişînê de bi dawî bibe.”
Piştî parastina rojnamevanên girtî, rojnamevanên ne girtî parastina xwe kirin.
Rojnamevan Kadîr Bayram ê negirtî tê darizandin îdianameyê wek “naveroka wê vikûvala ye” pênase kir.
Rojnameger Esmer Tunç jî parastina xwe bi Kurdî kir û wiha got: “Ez spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me, dikim. Xebatên min ên rojnamevaniyê hatine wek sûc hatine dîtin. 800 rûpel îdianame ji xebatên rojnamevaniyê pêk tên. Gelo li vî welatî ku mirov kameravaniyê bike sûc e? Wek ku Serdar Altan gotiye, em li vir ne ji bo hesab bidin ji bo em hesab bixwazin li vir in.”
Rojanemger Mehmet Yalçin jî ku negirtî tê darizandin anî ziman ku 10 sal in ew kameravaniyê dike û bal kişand ser axaftinên xwe yên di telefonê de û got: “Ji vê xwezayîtir tiştek nîne.”
Piştî parastina rojnamevanan li şahidên eşkere û veşarî hat guhdarîkirin.
ŞAHID: TU SÛCEK NEHATIYE KIRIN
Mehmet Çelîk ê bi sifata şahidiyê parastinê kir, destnîşan kir ku ew êvarê saet ji 18.00’an heta saet 22.00’an wek nobedar li prodüksiyona Arî xebitî ye û got: “Li vir tu sûc nehatiye kirin. Ez xebatkarên şirketê nas nakim. Ev rojnamevan in, belgesel û rojnamevaniyê dikin.”
ŞAHIDÊ/A VEŞARÎ ROJNAMEGERAN JI ‘ÇALAKIYAN’ NAS DIKE!
Şahidê/a veşarî jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû. Şahidê/a ku deng û dîmenên wî/wê hat guhertin navê rojnamevanan jê re hat xwendin û îdia kir ku hemû rojnamevanan nas dike. Serokê dadgehê ji şahid pirsa “tu van ji ku nas dikî” kir û wiha bersiv da: “Ez ji çalakî û şahiyên li Amedê tên lidarxistin nas dikim.”
Ji şahidê/şahida veşarî rojnameger Azîz Orûç hat pirsîn. Şahid van îdiayan kir: “Li qada çapemeniyê ya rêxistinê dixebitî û wezîfe dikir. Wî bi xwe ji min re got berê li ku perwerdehî dîtiye û li qadên çawa xebitî ye. Weşanên ku propaganda rêxistinê dike kiriye û ji weşanên li Ewropayê re agahî ragihandine.”
Şahidê/a veşarî îdia kir ku rojnamevan li produksiyona PEL’ê bernameyan çêdikin û ji Stêrk TV û Medya Haber TV re şandine.
Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr, ji şahid xwediyê produksiyona PEL’ê pirs kir ka nas dike an na. Şahid îdia kir ku xwediyê produksiyonê du sê caran li derve dîtiye.
ŞAHIDA EŞKERE KUDAY LI PEY ÎDIAYÊN XWE NESEKINÎ
Kezban Kuday a ku şahidiya eşkere bû jî li pey îdiayên xwe nesekinî û tiştên wê gotine ne rastî ne û prudoksiyona PEL’ê hevpeyvîn û bernameyan çêdike û bi awayek legal bi her kesî re parve dike.
XWEST GIRTINA ROJNAMEVANAN BERDEWAM BIKE
Dozger mutalaya xwe eşkere kir. Dozger bi hinceta, “rewşa delîlên heyî, wesf û mahiyeta sûcan, komnekirina delîlan” xwest rojnamevan girtî bên darizandin.
Rûniştin bi parastina parêzerên rojnamevanan a li dijî mutalayê û îdianameyê berdewam kir.
Piştî parastin temam bûn, dadger saetek navber da rûniştinê. Piştî navberê rûniştinê berdewam dike.
Parastinên rojnamegerên girtî û negirtî û îfadeyên şahidên eşkere û nepen hatin girtin.
Piştre jî parêzer parastin kir. Şahidê nepen gotibû ku di navbera salên 2019-2020’an de 4-5 caran xwediyê Pel Produksiyonê Hayrettîn Çelîk dîtiye. Li ser vê yekê parêzer Resûl Temûr wiha got: “Lê Hayrettîn Çelîk di sala 2013’an de li Brukselê bi cih bûbû. Mimkin nîne ku şahidê nepen Çelîk di wan dîrokan de dîtibe. Heta gelek xebatkarên Pel Produksiyonê yê li vê derê nizanin ku Hayrettîn Çelîk şirîkê berê ye. Mimkin nîne ku haya şahidê nepen ji vê hebe.”
Bi domdarî Temûr got ku dozger hewl dide rojnamevaniyê pênase bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl dide rojnamevanan têxe bin serdestiya xwe. Di nava salekê de li Tirkiyeyê 30 rojnamevanên Kurd hatin girtin. Ev daneye bi tena serê xwe nîşan dide bê ka rojnamevanên bi tacîzeke darazê ya çawa re rû bi rû ne. Hewldan heye ku xebatên pîşeyî yên rojnamevaniyê bi rêya vê dosyayê manîpule bikin. Piştî destgîrkirinê dest danîn ser alav û amûrên rojnamevanan. Me li dijî vê îtîraz kir lê ev îtîraz hatin redkirin.”
Bi domdarî Temûr ev tişt anî ziman: “Piştî destgîkirinê miwekîlên me, biryara nepeniyê bo dosyayê dan. Me biryarên ku li dijî wan îtîraz nayê kirin xwestin lê destûra wan jî nehat dayîn. Tenê hejmara dosyayê dan me. Em neçar man ku îtîrazên xwe bêyî haya me ji naveroka dosyayê hebe bikin. Agahiyên di dosyayê de bi me re nehatin parvekirin lê heman dosya bi çapemeniya alîgir re hatin parvekirin. Di heman demê de ji bo şîrketên navborî biryar hat dayîn ku rojekê lêgerîn were kirin. Me li dijî biryara dirêjkirina lêgerînê îtîraz kir lê hate redkirin. Lê bi îtîraza ji bo dadgeha jor re biryarên lêgerînê ji bo 5 rojan hate dirêjkirin. Bi giştî 30 rojan li şîrketên miwekîlên me lêgerîn hate kirin. Dema lêgerîn bi dawî bûy, me xwest şîrketan dewr bikin. Me li wir dît ku hewl didin girtekê bi 2 hazîrûnan bidin îmzekirin. Dema jê pirsî jî ji me re gotin; ‘ev mijar we eleqedar nake.’ Em hîn bûn ku ev girtek, têkildarî lêgerîna 30 rojan û hazîrûn e. Ew kes, 30 rojan li wir nebûn. Lê di roja dawî de anîn wê derê û weke ku di dema lêgerînê de li wir bin, bi wan girtek dan îmzekirin. Em dixwazin ku li van kesan were guhdarîkirin û qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin.”
‘BI DOSYAYÊ HATE LÎSTIN’
Parêzer Temûr destnîşan kir ku 4 meh piştî 8’ê hezîrana 2022’yan ku miwekîlên wan hatibûn girtin, li dosyayê girteka “zindîkirinê” hatiye zêdekirin û di 2’yê kanûna 2022’yan de jî girteke din li dosyayê hatiye zêdekirin. Temûr, wiha pê de çû: “Ev her du girtek nîşan didin ku bi dosyayê hatiye lîstin, di demên piştre de girtek hatine amadekirin û li dosyayê hatine zêdekirin. Em dixwazin ji kesê/a pispor were pirsîn bê ka bi dosyayê hatiye lîstin an na.”
‘MANÎPULASYON HEYE’
Temûr bi lêv kir ku dema dozgger dosyayê amade dike, neçare ku delîlên lehê û eleyhî bi hev re kom bike û wiha derbirî: “Lê belê di nava hezaran bernameyên miwekîlên me de tenê çendek jê hatine hilbijartin û weke hêmayê sûc hatiye nîşandan. Dozgerê lêpirsînê delîlên lehê nenirxandiye û ev yek jî manîpulasyon e.”
‘JI BO BLOKEYA HDP’Ê ŞAHIDÊ NEPEN HATE AFIRANDIN’
Temûr bi bîr xist ku îfadeyên şahidê nepen 6 meh piştî girtina miwekîlên wan hatine girtin û wiha got: “Di erefeya sersalê di roja şemiyê de li şahidê nepen hatiye guhdarîkirin. Dozger wê demê di betlaneyê de ye lê betlaneya xwe nîvco dihêle û tê li şahidê nepen guhdarî dike. Ev şahidê nepen jî di doza girtina HDP’ê de, di çarçoveya blokekirina hesabên HDP’ê de û li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind tê guhdarîkirin. Blokeyê danin ser hesaba HDP’ê û piştre jî ev bloke tê rakirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind, ji ber hinek karên şîrketên produksiyonê bi HDP’ê re kirine, fatûreyên kar weke delîl nîşan dide û hewl dide di navbera HDP û van şîrketan de têkiliyeke rêxistinî ava bike. Lewma bi lez û bez li şahidê nepen tê guhdarîkirin. Anku ji bo qutkirina alîkariya xizîneyê ya ji bo HDP’ê û blokekirina hesabên wê li vî şahidî tê guhdarîkirin. Hewl didin li ser van şîrketan têkiliyeke rêxistinî ava bikin.”
DAXWAZA BERDANÊ
Temûr diyar kir ku divê domdirêjiy girtina miwekîlên wî li ber çavan bê girtin û xwest bên berdan û got: “Miwekîlên min 13 meh in girtî ye. Heke ji niha şûn ve girtî bên darizandin, wê ev bibe dîlgirtin.”
‘HÛN PÎŞE Û NIYETÊ NÎQAŞ DIKIN’
Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok jî xalên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) û Qanûna Bingehîn ên azadiya derbirînê jimart û got: “Ji rojnamevan û çavkaniyên wan nûçeyan tê pirsîn. Di vir de niyetek xerab heye. Hûn pîşeyê û niyetê didin nîşqaşkirin. Hûn tiştek li dijî destûra bingehîn e didarizînin. Em çawa nikarin dadgeriya we ji we jêpirsîn bikin, hûn jî nikarin rojnamevaniyê ji rojnamevanan bipirsin.
Ev rojnamevaniya maf û mafên welatiyan dikin. Ev rojnamevan deng û çavê Kurdan û bindestan in. Divê ev 15 rojnamevan neyên mexdûrkirin. Pêwîste rojnamevan ku behsa pirsgirêka Kurd dikin bên parastin.”
Di îdianameyê de delîlên li dijî hiqûqê hene. Hûn nikarin rojnamevan wek ‘terorîst’ binav bikin. Heke hûn vê bikin hûn nikarin binê vê tije bikin. Ne girîng e nûçeyên rojnamevanan li ku hatine belavkirin. Dozger delîl nedîtine, şahidek veşarî afirandiye. Em daxwaz dikin ku hemû naverokên nûçeyan ji dosyeyê bên derxistin. Em dixwazin hemû rojnamevanan bên berdan.”
‘GIRTINA WAN ZIVIRIYE ÎNFAZÊ’
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn jî axivî û destnîşan kir ku girtina rojnamevanan veguheriye înfazê û ew daxwaz dikin ku ev îdianameya pûç bi dawî bibe.
Ji parêzerên TGS’ê Ulku Şahîn jî diyar kir ku rojnamevan nûçeyan ji gel re radigihînin, berpirsiyariya wan li hemberî gel heye û xwest rojnamevan demidlest bên berdan.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser bernameya rojnamevan Omer Çelîk û wiha got: “Hûn ji Omer Çelîk dipirsin ‘çima te vê kiriye’. Ev rojnamevan e, heke bername çêneke wê çi bike. Rojnamevan Abdurrahman Gok wêneyên Kemal Kurkut girtibûn. Ev qenata hemû rojnamevaniyê ye. Nûçe çêkirina Osman Şiban ê li Şaxê ji helîkopterê hat avêtin ne sûc e. Em dixwazin hemû rojnamevan bên berdan.”
Parêzer Rûşen Seydaoglû jî da zanîn ku di îdianameyê de tu delîlek şênber nîne û bername, nûçeyên hatine çêkirin dikin “endamtiya rêxistinê.”
Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryara xwe da û ji bo hemû rojnamegeran biryara tehliyeyê da.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan.