Rojnamevanên girtî ji salona rûniştinê derxistin

Rojnamevanên girtî ji salona rûniştinê derxistin

Piraniya wan xebatkarên Ajansa Nûçeyan ya Dîcley, rojnameya Ozgur Gundem û ANF’ê 36 girtî bigiştî 44 rojnamevan têne darezandin, îro doza herî mezin ya rojnamevana ya Tirkiyeyê li Çaglayanê destpê kir. Rojnamevanên girtî yên biçepik û slogana ketin hundir, piştî demekê ji aliyê Heyeta Dadgehê ve ji salona rûniştinê ve hatin derxistin.

Li gel xizmên rojnamevanên girtî, ji beriya rûniştinê ji bo piştgirî dayîna kedkarên çapemeniya azad Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP’ê Sirr Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Ertugrul Kurkçu, Mulkiye Bîrtane, Hasîp Kaplan, Halîl Aksoy, Prof.Dr. Buşra Ersanli, Parlementerê CHP’ê Îlhan Cîhaner jî heyî bi sedan kes hatin ber edliyeyê.

Rojnamevanên weke Yildirim Turker, Ahmet Şik, Nûray Mert û Berrîn Karakaş jî jib o piştgirî dayîna hempîşeyên xwe li wir bûn.

Piştî daxuyaniya Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û şandeya ji Elmanyayê ji bo şopandina dozê hatî, girtin salona rûniştinê ya girseyê.

Ji ber sedema qelebalixê diketina salona rûniştinê de îzdîham çêbû. Malbatên rojnamevanên girtî jî ji ber sedema tengbûna salonê, destpêkê rojnamevan û piştre şande girtin salona rûniştinê.

Dema ku rojnamevanên girtî ketin salonê bi çepik û slogana hatin pêşwazî kirin, li ser vê yekê heyeta Dadgehê xwest salonê vale bikin.

Rojnamevanên girtî jî bi îşaretên serkeftinê û slogana pêkanîn protesto kirin.

Rojnamevanên girtî ji salonê derxistin, polîs hewil dide salonê vale bike. Heyeta Dadgehê hêjan rûniştin destpê nekirî navber dayê, di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de hevdîtin didomin.