Rojnamevana ku bi bavê Emînî re hevpeyvîn kir dîsa hat girtin

Rojnamevan Nazîla Maroofîan ku bi bavê Jîna Emînî re, hevpeyvîn kir, car din hat girtin.

Derbarê rojnamevana ji ber hevpeyvîna ku bi bavê Jîna Emînî re kiribû, bi hinceta “li dijî rejîmê” xebata propagandayê û “ji bo nerehetkirina raya giştî belavkirina agahiyên derew” hatiye cezakirin û demeke dirêj li Girtîgeha Êvînê hat ragirtin de, biryar hat dayîn. Ji Nazîla Maroofiyan re 2 sal cezayê girtîgehê û 15 milyon tumen cezayê pere hate birîn.

Rojnamevana ku hefteya borî bi ser mala wê de girtin û amûrên wê yên elektronîk hatin desteserkirin, ji bo îfadeyê gazî dozgeriya Êvînê hatibû kirin.