Rojnamevana devê xwe band kir, parêzeran salon terk kir

Rojnamevana devê xwe band kir, parêzeran salon terk kir

Rûniştina 36 jê girtî 44 rojnamegerên li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê tên darizandin bi qeyran û alozî destpê kir. Parêzerên rojnamegeran ji bo daxwaza rojnamegeran ya parastina kurdî nehat qebûl kirin salona rûniştinê terk kir û rojnamegerên girtî jî devên xwe band kirin û pişta xwe dan heyeta dadgehê. Rojnamegeran bi çepikan heyeta dadgehê şermezar kir.

3'emîn rûniştina 36 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd yên li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê bi alozî berdewam kir. Ji ber ku heyeta dadgehê parastina kurdî ya rojnamegerên Kurd red kir, parêzeran salona rûniştinê terk kir û heyet protesto kir. Parêzeran diyar kirin ku, di salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hêj hişmendiya 12'ê Îlonêberdewam dike û ew dê nebin "pêlîstokên" dadgehê. Parêzeran xwest heyeta dadgehê daxwaza wan dîsa di ber çavan re derbas bike û salon terk kirin.

Piştî parêzeran salon terk kir, rojnamegerên girtî jî devên xwe band kirin û pişta xwe dan heyetê û li çepikan xist. Rojnamegerên pişta xwe dan heyetê, helwesta heyeta dadgehê şermezar kirin.