Rojnamevan Evrîm Kepenek hate destgîrkirin
Edîtora bianetê Evrîm Kepenek bi awayekî kelepçekirî hate destgîrkirin
Edîtora bianetê Evrîm Kepenek bi awayekî kelepçekirî hate destgîrkirin
Edîtora bianetê Evrîm Kepenek îro di serdegirtina malê de hate destgîrkirin. Polîsan xwestin li malê lêgerînê pêk bînin. Li ser îtîraza Kepenek û hevrêyên wê, ji bo lêgerînê bang li muxtar hat kirin. Polîsên ku ji bo lêgerînê li benda parêzer neman, bi hatina muxtar re lêgerîn pêk anîn. Di lêgerîna ku bi qasî saetekê dewam kir de hemû alavên dijîtal ên Kepenek hatin desteserkirin.
Evrîm Kepenek bi awayekî kelepçekirî hate destgîrkirin. Hat ragihandin ku Kepenek piştî kontrola tenduristiyê wê bibin Qereqola Taksîmê.