Rojnameger Işik Yûrtçû bi girseyî sipartin axê

Rojnameger Işik Yûrtçû bi girseyî sipartin axê

Midûrê Karê Nivîsê yê berê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Ocak Işik Yûrtçû bi girseyî hate definkirin.

Midûrê Karê Nivîsê yê berê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Ocak Işik Yûrtçû yê 67 salî ku bi nexweşiya pençeşêrê bû û duh jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Yûrtçû, piştî nimêjê ya li Mizgefta Dereboyû ya Ortakoyê li Goristana Ayazaga bi girseyi hate definkirin. Di merasima definkirinê de Hunermend Îlkay Akaya, rojnameger Yalçin Bayar û gelek rojnameger û hunermend amade bûn. Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê jî amade bûn. Endamên Vakfa Ragihandinê ya IPS'ê û Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê jî çeleng şandin ser gorê.

Midurê Karê Nivîsê yê berê yê Ozgur Gundemê Yurtçu, piştî 8 mehan karê nivîsê kir, 20 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Yûrtçû 2 sal û 8 mehan hate girtin û serbest hate berdan. Di sala 1996'an de ji aliyê Cemiyeta Navneteweyî ya Rojnamegeran ve xelata azadiya çapemeniyê wergirt.