ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

- Li dijî gefên kuştinê û jehrkirinê yên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne kirin, wê çalakÎ bêne lidarxistin.

- Sezaî Temellî diyar kir ku hewl tê dayin, tecrîda li Îmraliyê ji rojevê bê xistin û mijar ber bi aliyekî cuda ve bê kişandin. Temellî nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

- Di sala 1925'an de li Cenevreyê bikaranîna çekên kîmyewî qaşo hate qedexekirin. Dema ku mijar qadên Avaşîn, Zap û Metînayê be ev mijar ji holê rabûye.

- Ji edîtorên Rojeva Zindanan Muslum Aslan ku hewl dide dengê girtiyan di ser medya dîjîtal re bide bihîstin, diyar kir ku kêfiyet û êşkenceya li zindanan bi bêdengiya civakê hîn bêhtir mezin dibe.

- Ji fermandarên HPG'ê Serhad Jîhat got, gerîlayê Elman Azad Şerger ê şehîd bû, xwe di nava PKK'ê de nas kir, ji ber ku PKK weke rêya rizgariya mirovahiyê dît.

- Bendav, gol û HES ên li Wan û navçeyên wê ji bo rantê hatine çêkirin, bûne sedema talankirina xwezayê.