ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Berdevkê PJAK'ê Rêwar Avdanan destnîşan kir ku Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî û xwerêveberiyê dewam bikin.

Teorisyen Andersson anî ziman ku polîtîkayên emperyalîstan êrişeke hişk û eşkere ya li dijî gel e û got, "Pênaseya welatîbûnê û tez a jiyana bi hev re ya Ocalan şoreşeke kopernîkparêz a ji bo veguherîna cîhanê ye."

Operasyona DYE-Îsraîlê ya li ser Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Li Bexçeyên Hevselê çandiniyê bi çapeyê destpê kir. Kedkarên çandiniyê yên jin li gel 9 saetên kar jî nikarin berdêla keda xwe werbigirin. Jinan gotin, "Heqdestê me yê rojane têra ard û şekir nake" û nerazîbûn nîşanî bihabûnê dan.

Recep Arslan ji ANF'ê re qala rêwîtiya xwe ya atletîzmê ya ji Wanê heta bi Elmanyayê kir û anî ziman ku ew dixwaze di 12'ê Nîsanê de di Maratona Hannoverê de bibe şampiyon.