ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Bi wesîleya 9'ê Cotmehê ku dema destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, wê li gelek deveran çalakiyên şermezarkirinê bêne lidarxistin.

- Hêzên paşverû û global di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest bi Komploya Navneteweyî kirin. Rêberê Gelê Kurd berê xwe da  Atînayê û bi vî rengî lîstika ku gelek aktorên herêmî û biyanî tê de hebûn, têk bir.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku pêşî li armanca îmhayê ya 9'ê Cotmehê hate girtin û got, eger pêvajo hîn baştir karîbûya bihata rêvebirin, pêşî li 15'ê Sibatê jî dikarîbû bihata girtin.

- Aktîvîstan anîn ziman ku heta hevkariya dewletên rojavayî ya bi Tirkiyeyê re dewam bike wê Tirkiye jî dîlgirtina Abdullah Ocalan bidomînin û destnîşan kirin ku mîna her mirovî divê Rêberê Gelê Kurd jî karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û azad bibe.