ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Bi wesîleya 9’ê Cotmehê ya ku komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, wê çalakiyên li bajarên Ewropa û Kurdistanê werin şopandin.
-Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir bi komploya 9’ê Cotmehê re Rêberê Gelê Kurd bû hedef lê ev tişt bi ser neket.
-Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê diyar kirin pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ desthilatdarî anîne asta hilweşandinê û kesên alîgirên azadî û demokrasiyê divê bi awayekî xurt tevlî pêngava azadiyê bibin.
-Agirê azadiyê ya ku tevgera azadiya Kurd vêxistiye îro gur dibe. Di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de gel li dora fikrên Rêber Apo ketin tevgerê, wan bihara Rojhilata Navîn anîne û wê ji hêzên komploger tolê bistînin.
-Kovara Yûrtsever Gençlîk a ku weşana xwe bi awayekî dîjîtal didomîne, hejmara wê ya meha Cotmehê bi manşeta ‘Komploger wê di nav agirê ciwanan de bişewitin’ derket.