ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermandarê HPG'ê Rustem Botan diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bêçare maye û li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî nikare bikeve nava tunelan. Rustem Botan got, gerîla ne tenê xwe diparêze, di heman demê de derbên gira li dijmin dixe.

- Gerîla Siyabend Serhed (Tanju Demir) û Simko Agirî (Mahsun Demir) ku demên cuda li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şehîd bûn, li banliyoya Villeneuve ya paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

- Hilberîna genim ku her sal ne kêmî milyonek tonî bû, îsal ji ber ziwatiyê daket 182 hezar tonî. Ev yek tê wateya yek ji sê parên pêwîstiya bi 600 hezar tonî ya salane. Rêveberiya Xweser bi hewldanên taybet, genim bi buhayekî zêde peyda dike û tevî ji sedî 86 jê dixisire jî nan bi erzanî dide gel.