ROJEVA 7'Ê GULANA 2021'Ê

Sernavên ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan pêk tên, wê werin şopandin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Raperîn Mûnzûr diyar kir ku gerîla wê rê nede dagirkeriyê û got, "Ev berxwedan wê dawî li rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bîne."

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû got, pirsgirêka Tirkiyeyê ew e ku ji aliyê desthilatdariyeke welê ve tê birêvebirin ku li şûna aştiyê, şer hildibijêre.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya 10'ê Gulanê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

Di demekê de ku Talîban ji aliyê leşkerî ve xurt bûye, hêzên xwe yên leşkerî vedikişîne. Li gorî rêveberiya DYE'yê vekişîn li gorî plana hatiye destnîşankirin bi rê ve diçe.

Hate ragihandin ku li Brezîlyayê di operasyonên dijî bazirganên narkotîkê de herî kêm 25 kes mirine.