ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Operasyona DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çarçoveya Berxwedanê ji bo parastina bandora herêmî ya Îranê, 'Hîlala Şîa' û berjewendiyên xwe şer dike. DYE û Îsraîl jî hem ji bo hevsengiya abborî û leşkerî li gelek eniyan pêk bîne hem jî bandor û baskên Îranê bişikîne êriş dikin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku li seranserê cîhanê koçber û penaber bi rîskên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû ne û got, sîstemên heyî yên tenduristiyê jî nikarin bersivê bidin pêwîstiyên heyî.