ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Di roja destpêkê ya Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê de wê rûniştina destpêkê û panel bêne lidarxistin.
- Girtiyên siyasî yên ku 27'ê Mijdarê ketin greva birçîbûnê, diyar kirin ku mîna xwedîderketina li Mandela divê xwedî li Abdullah Ocalan û fikrên wî jî bê derketin.
- Parêzer Selma Benkhelîfa êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer ên bombebarkirî bi serdanên li Mexmûr û Şengalê ji nêz ve lêkolîn kir û got, drone amûrên kuştina bêdaraz e.
- Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê yên li ser Kurdî dewam dikin û got, heta ku ziman û çanda Kurd bibin xwedî statu wê têbikoşin.
- Rewşa girtiyê nexweş Ferzende Elbî yê 75 salî her roj bêhtir nebaş dibe. Serlêdanên ji bo berdana Elbî hatin kirin hemû hatin redkirin.
- Parlamentera Sêrtê ya HEDEP'ê Sabahat Erdogan Saritaş anî ziman ku di çarçoveya kampanya 'Jin, Jiyan, Azadî' de avakirina yekîtiya jinên Kurd ji bo her çar parçeyên Kurdistanê pêwîstiyeke.
- Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî anî ziman ku xebatên sereke yên civaka Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: "Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê geş bikin."