ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê li ser bandora gaz û çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne, agahî da û bi taybetî OPCW û MSF vexwend qadê.

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, ji bo Kurdistana azad û Rêberê azad ew şerê rûmetê dimeşînin û destnîşan kirin ku yekane armanca wan jî serketin e.

28 siyasetmedar, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kirin û ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayê kirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di navbera 8-12'ê Mijdarê de çalakiya 'Keştiya azadiyê' bê lidarxistin. Çalakî wê li Yewnanistanê dest pê bike û li Îtalyayê bi dawî bibe.

Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê ya Nelson Mandela ku li ser desthilatdariyê ye, yekemcar di hilbijartinên xwecihî de dengê wê daket binê rêjeya ji sedî 50'î.

Tîmek ji lêkolînerên Navneteweyî û Efrîkaya Başûr, li şikefteke li Efrîkaya başûr fosîlê zarokekî serdema zû ya mirovî dît.