ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Aktîvîstê Belçîkî Dîego del Norte daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û got, "Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê."
- Cûdî Çekdar yek ji pêşengên berxwedana Cenga Heftanînê bû. Şervana tîmên li qadê bû. Jêhatî bû, çalak bû. Dilê xwe mezin bû. Şervaneke jin bû; şerekî bi heybet dikir.
- Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşê dibe ser her çar parçeyên Kurdistanê. Bi van balafiran heta niha gelek kes hatin qetilkirin.