ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Dewleta Tirk, ji dema ku mohra xwe daniye binê peymana ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û vir ve, madeyên qedexekirî bi kar tîne.

Ji endamên Komeleya Jinê ya Rosa Parêzer Elîf Tîrenç Ûlaş destnîşan kir ku biryarên bêcezahiştinê yên dadgeriya Tirk dibin sedem ku jin hîn bêhtir bi destê mêran bêne kuştin.

Zaroka Efgan a 16 salî ku li gundê Sirimli yê navçeya Sarayê ya Wanê destdirêjî lê hate kirin, ji aliyê malbata xwe ve hate kuştin. Tecawizkar Yakûp Araci hate girtin.

Li Afganistanê xizanî û xela mezin dibe. Malbatên Afgan di bin navê 'zewacê' de zarokên xwe difiroşin mêran. Zarokeke 9 salî bi vî rengî hate firotin.