ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên têkildarî qetilkirina 3 Kurdan li Parîsê wê werin şopandin.
- Li gelek bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi çalakiyan komkujiya Parîsê bê şermezarkirin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku rewşa li Kurdistanê mohra xwe li sala 2022'an a li herêmê xist û destnîşan kir, artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîla kete nava 'Sendroma Zapê'.
- Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed diyar kir ku divê ew xwe bigihînin asteke têkoşînê ku sîstema qirker fêhm bike, nikare bi hêsanî êrîşî jinan bike û got, "Em ê bi piştevaniyê, azadiya jinê misoger bikin."
- Ji ber polîkayên şer ên AKP'ê pirsgirêkên li sektora sewalkariyê dewam dikin. Bi zêdebûna buhayê êm, ka û giha re sewalkar nikarin hevsengiyê di navbera hatine û lêçûnan de daynin û neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin.
- Di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê de sala 2022'an li Wan û Colemêrgê qedexe, binpêkirina mafên mirovan, talankirina xwezayê, kuştina karkeran û operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam kirin.