ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku li ser bingeha xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê azadiya jinê pêk were û got, "Felsefeya me ya azadiyê ya li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî wê bi ser bikeve."

- Hejmara Tîrmehê ya Newaya Jin bi manşeta 'Rehên esîl ên têkoşîna me' hate weşandin.

- Hikumeta ku li Erdîşê germava Hasanabdal hilweşand, çavkaniya ava germ a ku sedan sal in li ser erdê diherike, mîna ku nû dîtiye mizgîniya wê dide.