ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Tê payin ku Heyeta Îmraliyê îro bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê parêzer Yûsûf Erdogan qala çavdêriyên xwe yên li girtîgehên Xarpêt û Amedê kir û got, "Veguhestina ji bo nexweşxaneyê dereng dikeve, berdan tê taloqkirin û îzolasyona civakî giran dibe."

Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclîsê wê civîneke çapemeniyê lidar bixe û pêvajoya dawî binirxîne.

Komunbûyîn ji aliyê sosyalîzmê ve gaveke girîng a ji bo rêxistiniya civakê û daîmiya sosyalîzmê ye. Herêmên Xweser ên Zapatista û Rojava di vê serdemê de mînakên herî şênber û serketî yên vê yekê ne. Beşa duyemîn a dosya komunan.

Dayika şehîd Xalîde Kartal: Rêber Apo 27 sal in li zindanê ye. Divê em bi dengekî bilind bibêjin: Heta ku Serok Apo azad nebe em azad nabin.