ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Tevna 'Jin Paşerojê Dihûnin' wê di 5-6'ê Mijdarê de bi dirûşma 'Şoreşa Me: Azadkirina Jiyanê' li Berlînê konferansekê lidar bixe. Di konferansê de wê têkoşîna 600 jinên ji dehan welatan bigihêjin hev.

- Mehmet Emîn Elma yek ji wan kesan e ku ji bo li pêşiya avahiya HDP'ê rûnê, zext û zordariyeke mezin destê dewleta Tirk dît. Elma bang li wan malbatan kir ên ketine xefikê: "Li binê wê kona şerm û xiyanetê rûnenên."

- Komîteya Piştgiriya bi Abdûrrahman Er û Mazlûm Dag bal kişandin ser gefa li ser jiyana Er û Dag ên 28'ê Îlonê dest bi rojiya mirinê kirin û banga berpirsyariyê il raya giştî kir.

- Rojnamevan Silêman Ehmed destnîşan kir, nûnerên gel ên rasteqîn ku berjewendiyên gel biparêze li parlamentê nîne, ji bo wê hikûmet bê avakirin jî wê emrê wê dirêj nebe, nikare kar bike. Ehmed got: “Çareserî modela li Şengalê ye.”

- Bi wesîleya salvegera 32'an a yekbûna 2 Elmanyayan, ku weke rojhilat û rojava dihate naskirin, anketeke hate çêkirin. Nîvê Elmanên beşdarî anketê bûn, gotin ku ew nekarîn bi yekbûnê kêfxweş bibin.