ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî kuştina 3 Kurdan a li Parîsê wê werin şopandin.
- Li gelek bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê wê çalakî bêne lidarxistin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku kujerên komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'ê Kanûnê dişibin hev û got, "Senaryo mîna hev e (...) Wê nikaribin van derewan bi Kurdan û mirovahiyê bidin bawerkirin."
- Fermandara Biryargeha Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik şerê sala 2022'an nirxand û bal kişand ser lehengiya gerîlayên YJA Starê.
- Li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê di sala 2022'an de 22 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.
- Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ku saziyên Ewropayê lê ne, Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di hefteya 549'an de ji aliyê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê meşandin.
- Li gel zext û astengiyan jî ji bo sê aktîvîstên ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin qetilkirin, li bajarên Bokan û Mahabadê yên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
- Ji serê sala 2022’an ve heta vê kêliyê li Başûrê Kurdistanê êrîş ne rawestiyan û bi dehan kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Sala 2022’an ji bo Başûrê Kurdistanê bû sala cînayetên siyasî.