ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Bûyerên piştî qetilkirina 3 Kurdan a li Parîsê, wê bêne şopandin.
- Li gelek bajarên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên li dijî komkujiya Parîsê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê werin şopandin.
- Ji ber salvegera komkujiya Roboskî wê çalakî û bîranîn bêne lidarxistin.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku rêveberiya Erdogan biryar li ser Komkujiya Parîsê da, MÎT a bi serkêşiya Hakan Fîdan jî plan kir û pêk anî. Komîteyê got, Divê rêveberiya Fransayê bi vê rastiyê zanibe."
- Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp bi bîr xist ku bi milyonan mirov bi fikar in, lewma divê CPT li ser Îmraliyê daxuyaniyekê bide.
- Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek anî ziman ku komkujiya li Parîsê siyasî ye û got, "Komkujî bi plan û bernameyekê ji aliyê MÎT'ê ve hate kirin. Em tevger, em ê dest ji vê meseleyê bernedin."