ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

- Hevserokê Rêveberiya KCK'ê Cemil Bayık, anî ziman ku Tirkiyê tenê bi polîtîkayekê ku tevgera Kurd çekan berda pêşbînî dike nikare bigihîje cihekî û got: “Divê dewlet demildest qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk derxîne.”

- Piştî daxuyaniya vekişînê ya Tevgera Azadiya Kurd, siyasetmedar Sebahat Tuncel bal kişand ser gavên ku divê dewlet bavêje û got: “Gav çiqas zû bên avêtin, Tirkiye wê ewqas qezenc bike.”

- Pisporên siyasetê yên ku biryara derketina hêzên gerîla ji Tirkiyê nirxandin, bal kişandin ku divê dewlet êdî reformên hiqûqî û demokratîk bixe meriyetê.

- Solîstê Koma Amed Suleyman Çarnewa got: “Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hunermend û entelektuelan. Em wekî Koma Amed pêvajoyeke ji vir û şûnde jî ji bo aştî, xwîşk û biratî û yekîtiya gel gelan hilberînê bidomînin.”

- Çekdar Bêzar di encamê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 19’ê Îlona 2019’an gihîşt şehadetê. Hevalê wî yê têkoşînê yê HPG’î Bêzar Semsûr got: “Heval Çekdar bi sekn, tevlîbûn û têkoşîna xwe bû gerîlayekî layiqî rêxistinê û Rêber Apo.”

- Nûnerên saziyên ragihandinê yên Ewropayê li Hollandayê di bernameyekê de hatin cem hev. Di bernameyê de pirsgirêkên saziyên ragihandinê û vîzyonên wan ên pêşerojê hatin nîqaşkirin.