ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ragihand ku li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke dîrokî heye û got, "3 sal in hewl didin Zapê bi dest bixin. Dewleta Tirk êdî nikare li wir serwer bibe. Gerîlayên Kurdistanê wê bi ser bikevin."
- Civînên gel ên Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP'ê yên li Wanê bi dawî bûn. Rêveberê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Mesût Bor anî ziman ku bi rexne û pêşniyarên gel wê hîn bi xurtî dest bi pêvajoyê bikin.
- Çalakiya Nobedê ya li Strasbourgê di hefteya 579'an de ye ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Çalakî bi sê welatparêzên ji herêma Normandiya ya Fransayê dewam dike.
- Zihûr Ehmed ku ji pêkhateya Ereb a Şengalê ye û di fermanê de hevjînê wê hate qetilkirin, kurekî wê hate revandin, anî ziman ku ew bi fedakariya YBŞ'ê li ser piyan e û bi rengekî aram jiyana xwe dewam dikin.