ROJEVA 27'Ê SIBATA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Prof. Dr. Catherine Malabou anî ziman ku êrişên li ser Rojava parçeyek ji stratejiyeke berfireh e ku sînorên Sûriyeyê derbas dike û got, "Amranc tinekirina wan nirxan e ku modela Rojava danî holê."

Hevberdevkê Dibistana Partiyê ya DEM Partiyê Dogan Erbaş bal kişand ser nîqaşên têkildarî raporê û diyar kir ku pêvajo demdirêj e, lewma sererastkirinên qanûnî yên gengaz jî bi têkoşînan civakî û pêşketinên siyasî ve girêdayî ye.

Hevserokê ÎHD'ê Cîhan Aydin got, kêmasiyeke girîng e ku di rapora komîsyona meclîsê de cih ji ti tespîteke li ser edaleta dema derbasbûnê re nehatiye dayin û destnîşan kir ku heta pêvajoya rûbirûbûn, heqîqet û sererastkirinê pêk neyê, çareserî pêk nayê.

Rojnameya Komînal bi "Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk" a Rêber Apo dest bi weşana xwe dike.

Di ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo re salek derbas bû. Amedî dibêjin pêvajo gelekî giran bi rê ve diçe û dixwazin diyalog bê zêdekirin û gavên şênber bêne avêtin.

Ji Desteya Rêveber a PJAK'ê Ehwen Çiyako li ser yekîtiya partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê axivî û got, "Garantiya hebûna Kurdan û bersiva li pêvajoyê yekîtî ye."