ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Bûyerên piştî qetilkirina sê Kurdan ên li Parîsê, wê werin şopandin.

- Li gelek navendên Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê wê li dijî komkujiya Parîsê çalakî bêne lidarxistin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûiryeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Rêbertî li Tirkiyeyê ye. Divê mirov ber bi Îmraliyê ve bimeşe. Nerazîbûn bi giranî ji wê derê bê dayin."

- Ertûgrûl Kurkçu anî ziman ku di komkujiya Parîsê de tenê berjewendiyên Enqereyê hene û got, "Enqere ku her devera Kurd lê ne ji xwe re weke qada şer dibîne, bi biryar e ku stratejiya 'tepisandina raperînê' derbasî sala 2023'an bike."

- Gerîla Sarîna Şervan beriya ku şehîd bikeve li ser jiyana PKK'ê gotibû, "Eger ez careke din bihatima dinyayê min ê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo têbikoşiya."

- Jin a ciwan Bihar Silêman li daholê dide û li dijî kevneşopiyên civakê yên li hemberî jinê têdikoşe.