ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Profesorê felsefeyê yê Japon Monotao Morî got, "Fikrê konfederalîzmê ji aliyê civakî ve fikrekî îdeal e" û diyar kir, fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya Jineolojiyê dikare li Japonyayê jî belav bibe.
- Faraşîn Asmîn a 8 salî ku li Fransayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ji gerîla re qerteke diyariyê şand.
- Nûnerên sendîkayan ku li qada navneteweyî di bin navê 'Kampanya sendîkayî ya ji bo azadiya Ocalan' kar dikin, wê 26'ê Tîrmehê li Brukselê civîneke çapemeniyê lidar bixin.
- Serderiyê Quba Mehme Reşan, Pîr Kemal behsa berxwedaniya gerîlayên HPG’ê kir û got, "Beriya her kesî gerîla hatin hewara me û em parastin."