ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Wanê Harûn Okay got, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nava civakê dibe sedema rageşiyê û xwest, dawî li vê yekê bê anîn.
- Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn diyar kir ku para Peymana Lozanê ya li ser siyaseta înkar û îmhakirina gelê Suryanî, Asûrî, Keldanî û Aramî gelekî mezin e.
- Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî destnîşan kir ku civaka Êzidî salvegera fermanê bi vegera gel û xebatên tifaqê pêşwazî dike û got, ,"Eger gotin û biryara Êzidiyan yek be, Iraq mecbûr e mafê Êzidiyan bide."