ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'Ê

Ji rojeva 24'ê Gulanê çend sernavên sereke.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê ji bo şikandina greva birçîbûnê tên bikaranîn.

Yek ji rojnameyên sereke yên Îngilistanê The Guardian li ser polîtîkayên hikumeta AKP'ê yên dema krîza koronayê nivîsî. Di nûçeyê de hate ragihandin ku polîtîkaya AKP'ê ya ku tenduristiya cemaweriyê ji bo aboriyê feda dike, bûye sedema nerazîbûnê.

Dadgeheke Îranê cezayê 2,5 sal ê girtîgehê û lêdana 80 qemçî li parêzvana mafên mirovan Nergîs Mûhammedî birî.

Êzidiyên ku bi hezaran salî li Efrînê bi rengekî azad jiyan, ji aliyê dagirkerên Ereb û Tirk ve hatin qirkirin. Di dema nêz de rejîma Baas a Sûriyeyê gelek ji Êzidiyên Efrînê bi zorê kir Misilman. Bi Şoreşa Rojava re jinûve azad bûn.