ROJEVA 23'Ê GULANA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Serhat qala jiyan û têkoşeriya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer kir, ku 18'ê Gulana 1977'an şehîd bû.

Meclîsa Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger ragihand, ku ew tevlî pêngava seferberiyê dibin, ku li dijî êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk bi dirûşma "Bi ciwanên mîna teyrê baz, li Zagrosan ber bi serketinê ve" hatiye destpêkirin.

TJK-F'yê kongreya xwe ya 4'emîn a asayî bi beşdariya delegeyên ji tevahiya Fransayê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin a azad û civaka azad e" li NCDK a Parîsê li dar xist.

Li Rojevayê Ewropayê, germahî kêmî asta asayî ya demsalê ye. Nîsana 2021'ê ji sala 1977'an û vir ve weke Nîsana herî sar derbas bû. Tê meraqkirin ku havîna îsal bi çi rengî be.

Sinn Fein ku baskê siyasî yê ÎRA'yê bû û piştî peymana aştiyê veguherî partiyeke siyasî, li Bakurê Îrlandayê bû partiya sereke.