ROJEVA 22'YÊ GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva 22'yê Gulana 2021'ê.
Sernavên sereke ji rojeva 22'yê Gulana 2021'ê.
Siyasetmedar Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û got, “Mijar PKK nîne, dagirkirina xaka Kurdisanê ye. Divê rêxistin û partiyên Kurdan li hev bi şêwirin, yekîtiya netewî pêk bînin.”
Ji Beşa Aborî ya Zanîngeha Helebê Dr. Ahmet Yûsif got çekên ku yek ji aktorê pevçûna çeteyên navxswe yên Tirk Sedat Peker destnîşan kirî Tirkiyê di ber petrolê de daye DAÎŞ'ê.
Li Wanê qedexeyên hikûmeta Tirk ên bi hinceta koronayê û çalakiyan bandoreke xirab li esnafan dike. Li Wanê sala 2021'an di pênc mehên pêşî de 66 esnafan dirabeyên xwe anîn xwarê.
Wê çalakiyên dayikên şemiyê û nebediyan werin şopandin.
Li Ewropayê çalakiyên liş dijî dagirkeriya Tirk wê werin şopandin.
Li gorî lêkolîneke li kovara Scîenceyê raçînka nebatan a li cîhanê van deh salên dawî pir zû diguhere. Zanyar vê bi ser germbûna cîhanî ve şîrove dikin.