ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2023’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî wê dê bên şopandin.

- Li bajarê Lozan ê Swîsreyê wê tiştên ku di sedsala dawîn de hatine serê Kurdn di konferansekê de were nîqaşkirin. Tevî konferansê wê meşeke mezin jî were lidarxistin.

 kurd di sedsala dawî de lê dijîn û wê sedsalên paşerojê çawa ava bikin, konferanseke

- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.

- Parlementera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş diyar kir ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê rojeva gel zêde bûne û got: “Rojeva gel êdî qeyrana aborî, girtiyên nexweş û polîtîkayên qirkirina civakê ye.”

- Xelkê Sûrê têkildarê krîza aboriye û zemên zêde ku hefteyên dawîn hatin kirin, diyar kir ku dewleta Tirk budçeya ji şer re vediqetîne bila ji bo gel veqetîne.

-Li çiyayên xwedawendan textê xwe daniye, şervanên YJA Star’ê xwe ji nû ve ava dikin û dibin navê nasnameya jinên azad. Eylem Mazlûm ku li çiyayan bi ruhê xwedawendan re hat ba hev, bû nûnera xeta jinan azad heta bi hetayê.